www.amude.com - navenda çanda kurdî


17.01.2004 - 00:18


Ferhadê Içmo di nav hezkirina zarokan û bersivên Cegerxwîn de





QAMIŞLO (amude.com) - Li Qamişloyê, du berhemên nû yên helbestvan Ferhadê Içmo hatin belavkirin. Yek ji wan dîwana Içmo ya 6an a bi navê 'Landik 2' e. Berhema din ji kasêtekê pêk tê, ku helbestvan Içmo bi dengê xwe pêşberî dengê seydayê Cegerxwîn rawestiyaye û bersiva çend helbestên wî dide. Ferhadê Içmo di sala 1960an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bû û ta niha 6 pirtûkên wî yên helbestê derketine.

Di 'Landik 2' de, Ferhadê Içmo 25 helbestên zarokan weşandine. Piraniya van helbestan ji aliyê hunermenda kurd Itîdal ve bûne stran.

Berhema din kasêteke helbestî ye. Helbestvan bi dengê xwe pêşberî dengê seydayê Cegerxwîn rawestiyaye û bersiva çend helbestên wî (Kîme Ez, Gulfiroş û Ronak) bi dengê xwe vegerandiye. Pêşgotina vê kasêtê ji helbestek Içmo pêk tê. Muzîka ku bi helbestan re tê guhdarîkirin, ji awazên Ehmed Çep û Hisên Zade ne. Kasêt di kompaniya Selame de hatiye weşandin. Helbestvan Içmo ev kasêt wek wefadarî ji sedsaliya Cegerxwîn re kiriye diyarî.

Helbestvan Ferhadê Içmo di sala 1960an de li bajarê Qamişloyê ji dayik bû. Di sala 1984an de, wî bawernameya (bekelorios) di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirt. Berî ku dest bi nivîsandina helbestê bike, Içmo di sala 1970ê de dest bi lêdana tembûr, gîtar û cumbişê kir.

Ferhadê Içmo 6 pirtûkên helbestê çap kirine: Lêmişta Zozan (1988), Piştî çi (1995), Evîna te (1998), Landik I (helbestên zarokan, 1998), Pelên sipî (2000) û Landik II (helbestên zarokan, 2004). Bêtirî çil ji helbestên wî ji aliyê hunermendan Mihemed Şêxo, Beha Şêxo, Adil Hiznî, Selah Osê, Ismaîl Cuma, Gulistan Sobarî û Şeyda ve bûne stran.

Malpera Amûdê 4 pirtûkên wî di beşê 'epirtûk' de weşandine.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]