 |
 |
10.05.2004 - 12:13
Evîn mêran jintir û jinan mêrtir dike
DORTMUND (amude.com) - Jin û mêr ne wek hev in. Tenê
eger ew evîndar bin, nêzîkî hevdu dibin û
mêr jintir dibin û jin mêrtir. Zanyara îtalî
Donatella Marazzîtî û hevakarên wê
li Zanîngeha Pîsa di lêkolînên xwe
de eşkere kir, ku li cem mêrên evîndar hormonên
cinsî testosteron1 bi şêweyekî mezin
dadikevin, lê li cem hevalên wan ên jin bilind
dibin.
Lêkolînerên Zanîngeha Pîsayê hin
hormonên bingehîn ên cuda di xwîna 12e mêr û 12e
jinan de, yên ku di 6 mehên borî de dil ketibûn
hevdu, derxistin û ew dan ber hormonên 24 kesên din
ên neevîndar an jî di elaqeteke dirêj de
bûn.
Lêkolîneran dît, ku hormona
strêsê Cortisol li cem jin û mêrên evîndar
bilind dibe. Herweha hate naskirin, ku radeya hormona testosteron li cem
mêrên evîndar nizimtir e ji ya mêrên din.
Lê radeya testosteron li cem jinên evîndar bilindtir e.
Donatella Marazzîtî ji rojnameya "New Scientist"
re got: "Bi şêweyekî ji şêweyan, mêr bêtir dibin
wek jinan, û jin dibin mîna mêran. Weha dixuye, ku sirûşt
(natur) dixwaze newekheviya di navbera jin û mêran de
tune bike, ji ber giringtir e ku ew di vê demê
de nêzîkî hev bibin." Di vê demê de,
ji û mêr gênên xwe digihîn hev. Tenê
weha misoger dibe, ku ji vê têkiliyê zarok çêbibin.
Lê piştî salekê yan du salan, radeya hormonan
dîsa normal dibe û vedigere wek berê.
---------------------------------------------------------------------------------
1 Testosteron yek ji giringtirîn hormonên cinsî yên
mêran e. Ew di hêkên mêrî de çêdibin. Herweha ew li cem jinan jî aktîv e. Testosteron
berpirsiyar e bo stewyayîkirina cins, pêşxistina avikê û
mezinkirina organê cinsî yê prîmêr ê
mêran.
|
 |
 |