 |
 |
03.06.2004 - 10:31
Xwediyê merameke nîvcomayî: Êlas Efendî (? - 03.06.1933)

Mistefa Aydogan
|
Mistefa Aydogan - STOCKHOLM (amude.com) - "Di sisiyê hezîranê de, li ezmanê kurdan tofanek eceb qewimî;
histêrkek pir bi şewq û pir bi nûr ji nişka ve rijiya, xeyidî, xwe da riya dinyake din û
nehat!" Qedrî Can
Gelek ronakbîrên kurdan hene, ku piştî koçkirina wan a ji vê dinyaya gewrik,
bi temamî hatine
jibîrkirin û hizrên wan, têkoşîna wan, serpêhatiyên wan û tecrubeyên wan ji
nivşên nû re
nebûne mîras. Ev yek di warê avakirina hizra neteweyî de, bûye sedema kêmaniyeke pir mezin.
Lê di van salên dawiyê de, hewldanên kurdan ên ji bo nehiştina vê kêmaniyê,
li gora demên berê,
hêviyên mirovî xurttir dikin. Di civaka kurdan de, di warê rohnîkirina demên dîrokê yên
tarîhiştî de, libateke berbiçav heye. Her ku li hûrgiliyeke dîrokî lêpirsîn çêdibe,
her ku lêkolînek li ser serpêhatî û têkoşîna ronakbîr û pêşevanekî kurd tête pêşkêşkirin,
tarî xwe ji quncikeke dîrokê ya din jî dide alî û bi vî awayî neteweyek xwe bêtir nas dike.
Yek ji wan ronakbîrên kurdan, yek ji wan pêşevanên doza kurd jî Êlas (Îlyas) Efendî
(? - 03.06.1933) bû. Êlas Efendî yek ji wan kurdên destpêka sedsala bîstan bû,
ku serî li hembera zilmê dananîbû. Min bi xwe di nivîsên xwe yên li ser Edîb Karahanî
de behsa Êlas Efendî kiribû û bal kişandibû ser rola wî ya di dîroka kurdan de.
Lê mixabin ji wê çaxê û heta niha, bala tu kesê din, bala tu lêkolîneran neçûye ser
vî ronakbîrî.
Êlas Efendî beriya efûya ku bi minasebeta 10 saliya Komara Tirkiyeyê derket,
bêyî ku bigîhêje xatirî ji heval û hogirên xwe bixwaze, bêyî ku karibe merama dilê xwe
pêk bîne, di 3yê meha hezîrana 1933yan de çû rehmetê. Malbata wî û mirovên wî yên kku pê re
daketibûn binya xetê, ancax piştî wefata wî û bi efûyê vegeriyan ser xetê.
Êlas Efendî kî bû? Di dîrokê de çi rola wî çêbûbû? Bi lêkolîna di vî warî de
çi feyde dê bigîhêje xebatên ronahîkirina dîroka kurdan? Ji bo çi dixwast Kemal
Fewziyî ji destên leşkeran birevandaya? Ji bo çi daketibû binya xetê? Ji bo çi ji bo
serîhildanê û alîkariya Îhsan Nûriyî mirov şandibûn ser xetê? Hêviya min ew e ku
ev pirs dê bala lêkolînerên me kurdan bikişîne û jiyana vî ciwanmêrî,
têkoşîna wî û taybetmendiyên pêywendî û dema wî bêtir derbikevin ronahiyê.
Çar nivîsên ku bi minasebeta wefata Êlas Efendiyî di Hawarê de hatine weşandin
(ya yekem li ser navê Hawarê, ya duyem bi qelema Celadet Alî Bedir-Xanî, ya sêyem bi
zarê Cegerxwîniyê zîz û ya çaran jî li ser navê Qedrî Can), vî pêşevanê doza kurd
bi hin awayan didin naskirin. Loma jî ez herçar nivîsên Hawarê, yên ku di 1933yan de
hatin weşandin,
ji bo destpêka naskirina Êlas Efendiyî li jêrê pêşkêşî xwendevanan dikim
û herweha ez bi vê minasebetê vî ronakbîr û ciwanmêrê kurdan, vî mêrxasê serbilindiya
Çiyayê Mazî bi rêz bi bîr tînim.
--------------------------------------------
Nivîs 1:

"Hawar"
|
ÎLYAS EFENDÎ
Kurd Hacî Osman Axayê Reşoyê Dêrikî çû rehmetê
Îlyas Efendî kurê Hacî axayê Reşoyê Dêrikî di siseyê hezîrana vê salê
di roja şembehê de çû rehmetê.
Li gora ku ji me re hate nivîsandin, rehmetî bi mêvanî çûbû Amûdê. Ew çend hevalên wî
heta derengê şevê di qehweke Amûdê de runiştibûn. Wekî ji hev qetiyan Îyas Efendî
jî ser xwe û bi kêf bû. Mirin nedihat bîra wî, ne jî bîra hevalên wî. Cihê wî li geraja Amûdê çêkiribûn. Sibetir heta wextekî dereng xwe şanî nedabû. Hevalên wî çûbûne balê. Gava ketin mezela wî dîtine ko kurê Haci Osman Axa, ji bona xewa xwe a paşîn û abadîn [ebedî] xwe dirêjî nivîna xwe kiriye. Jê deng nedihat. Paş xwe re malek û welatek histibûn. Edî deng ji wan dê bihata û ew ê guhdariya wan de bikira. Rehmeta Xwedê lê û li malbata wî bit.
Hawar (hejmar 21, 5 Hezîran 1933) --------------------------------
Nivîs 2:

Celadet Bedirxan
|
BÎREKE ÎLYAS EFENDÎ
Ji biserhatiya rehmetî tiştekî tekûz û hêjayî nivîsandinê nizanim. Lê ji bona şakirina giyanê wî bîreke wî de biêxim rûpelen Hawarê.
Îlyas Efendî ji giregirên Dêrikê ye. Zû ve bi kurdaniya xwe hisiyaye u ji bona azahiya welatê xwe xebitiye. Min nave wî ji berê ve dibihist. Ji min re gotibûn ko ketiye hepsê, derketiye pêşberî Îstîqlalê, cuhabên zîrek dabûmê û ho. Ji lewra ez nivîsandina jînenîgariya wî ji wan re dihêlim ko pê dizanin û bi xwe di van stûnan de bîreke wî belav dikim. Belê, di çaxa serxwerabûna Agriyê de me gelek qala rehmetî dikir. Bi hin hevalen me ji welêt hevdu nas dikirin. Jê re dişandin û jê distandin. Bi wan re rabû û ew di cihê xwe de biqewimanda. Lê herwekî nas e tu kesî neqewimand wer li me qewimandin.
Pêşdetir em anîbûn Şame. Hinge me bihîstibû ko Îlyas Efendî derbasî xetê bûye û hatiye Sûriyê. Le hukûmetê ew wek hevalen din; nehiştibû ko li ser tixûbî bimîne û hinartibû Dêra Zorê. Çend mehan li we derê ma û paşê vegeriya Serê Kaniyê. Lê me hev du nedîtibûn. Hetanî ko ez, berî du salan ji bona çend rojan, çûbûm Hisîçe.
Li Hisîçê em di civatekê de runiştîbûn. Di nav me tu biyanî nînbû. Tev de kurd, tev de derketî...
Yekî ji min re gotibû ko dengê Îlyas Efendî spehî ye. Bi hincetekê min jê hevî kir ko ji me re tiştekî bibêjit. Li min vegerand û got:
- Li ser çavan, ko min ji to re negot ez ê ji kê re bibêjim. Lê dengê min nîne.
Vêca min jê re got:
- Ez ê ji te re li ser deng û strana kurdan çîrokekê bibêjim. Wekî ez li Almanyayê bûm rojekê profesorekî Alman ko bi kurdaniyê mijûl dibû û li ser kurdan gelek kitêb xwendibûn ji min re got: "Min di kitêbeke de xwend ko kurd gelek hijî musîqiyê dikin û tu kurd nîne ko nizane bistrîne. Ez gelekî dixwazim tiştekî ji mûsîqiya kurdan bibihîzim. Tiştekî ji min re nanihûrînî? . . ." Ji ber ko min deng nîne min nikaribû jê re bistrînim. Ma ne gerek e ez bibêjim ko gelek şermîsar ketim.
Îlyas Efendî hinek fikirî û ji min pirsî:
- Ewî çi gote te?
- Ji min re got: Li gora destûra ko her kurd dizane bistrîne, strandin wesfekî kurdaniyê ye. Madam tu nizanî bistrînî di kurdaniyê de wesfekî te kêm e, tu kurdekî kêmwesf î.
Rehmetî ji dil kenî û li min vegerand:
- Ez çi bêjim te zora min bir (dîsan kenî û bi ser xist) di kurdaniyê de tu kêmaniya min nîne ez bi her wesfê xwe kurdekî tekûz im û ji me re çend kelam gotin û em pê şa kirin. Xwedê giyanê wî di axretê de û zar û zêçên wî di dinyayê de şa bikit.
Îlyas Efendî hêj ciwan û ser xwe bû. Çavên wî bi agirê jîriye diçirisîn. Eqilmend û xwedan tevdîr bû. Rê pê biketa dikaribû xizmeta millet û welate xwe bikit. Ji zêvariyê, di nav belengaziyê de mir jê bêtir heyf ji mer e. C. A. B. (Hawar hejmar 21, 5 Hezîran 1933)
---------------------
Paş ko me xêziken jorîn nivîsandin û dan çape bendeke Cegerxwîn li ser rehmetî giha me.
Weke xwe û jer ve diguhezînin stûnên xwe. Cegerxwîn bi zarekî zîz mirin û veşartina
wî ji me re dide zanîn. (Hawar) --------------------- Nivîs 3:

Cegerxwîn
|
ÎLYAS EFENDÎ ÇÛ REHMETE
Îlyas Efendî yek ji munewwer û milletperwere kurdan bû. Xebat û fedakariya Efendî di nav hevalan de ne winda ye. Ji hevalan re dîlawerî, meraniya Efendî eşkera ye. Û kes nikare înkar bike. Îlyas Efendî di berî bîst salan de heta îro ji welatê xwe re xebat kiriye. Çikû Efendî ji berê de hogirê mala Cemîl Paşa bû. Bi wan re civat u qulûben kurdî gelek caran vekiribûn. Wextê mala Cemîl Paşa daketin Sûriyê û paşê hilkişiyan çûne dora Mardîne di vegerê de cenabe wî bi wan re hate nav kurdmancê Cizîre.
Paşê bû yek azayê (endamê) civata belengazan. Çend caran Efendî ji civatê re li zad û peran digeriya.Çend şerqiyê kurdî ji ber dizanîbûn. Li ko rûnişta civat xwe bi serpêhatiyên kurdî dilxweş dikirin. Efendî ne bes tenê munewwer bû. Zedetir axakî mezin û hêja bû. Çiyayê Mazî nezîkî car hezar mal di bin destê wî de hebûn.
Efendî çend caran ji me re digot: "Ez dixwazim ko di şerê serxwebûna welatê xwe de, di şerê neyar û dijminan de bême kuştin." We lakîn Xwedayê cîhane nedivabû go yekî wekî Efendî di şere dijminan de we yaxud bi gula belengazeki bête kuştin.
Di mêvanxana Amûdê de bi qedehek ava şêrîn canê xwe sparte axa sar. Piştî mirina Efendî çend tomobil ji haval û dilxwaza û çend siwar ji axa û kurdmancan bi cendekê Efendî re meşiyan û birine Ebû Ceradê. Ji ber xortên Cizîre ve ez serxweşiya mal û mirovên wî dikim rehmeta Xwedê le bî. Cegerxwin (Hawar hejmar 21, 5 Hezîran 1933)
-----------------
Nivîs 4:

Qedrî Can
|
ŞÎNA XALÊ MIN
Di sisiyê hezîranê de, li ezmanê kurdan, tofanek eceb qewimî; histêrkek pir bi şewq û pir bi nûr ji nişka ve rijiya, xeyidî, xwe da riya dinyake din û nehat!
Ji ber vî halî ye ko îro li dinya me ronahî kêm, hizn û melal zedetir bûye; ehlê dinya kurdan - nemaze rewşendarê ji rewşa we hêstêrikê - kezebirîn û dilbixwîn mane. Yek jê ez im; baxê giyanê min mij û xumama şînê girtiye; hundurê min ji xem û xeyalan ca bi can zebûn û birîndar e. Gelo çi bû? Ma hîn de çi bibe! Xalê min, welatiyê min, mamosta û reberê min destê xwe ji me qetand û ket bin axa reş û sar. Hey wax! Hey wax!
Xalê min ji bavan de xismê min bû; lê roja ko ez agahê çêyî û xirabiyê bûm ew bû dostê min. Ji lewra ko milletperwerekî hêja bû. Tirsa bav û birê min, riya min li ser mala wî nebirî, tehdîdê mirovê min stewr man, min bi rûhe xwe ve ew diparast. Wî jî bi dilê xwe ve ji min hiz dikir.
Gelo ji bo çi welatê xwe yê bihuştîn terk kir, dest ji xaniman û şaneşînê xwe kir û hat li van çol û çepalan derbider geriya? Wî bi xwe ev pirs ji xwe nekiribû. `Işqa milletî hertişt ii ber wî beqîmet kiribû. Hatibû xebata welatê xwe tola kuştiyê milletê xwe. Heyhat Xwedê pê re ne bir serî, pêta agirê hundurê wî ew kuşt, mirazê wi bi wî re çû gornê. No! No! Ne mirazê wî ne ew bi xwe jî neçûne gorne. Mirazê wî mirazê me, mirazê gişkan bû. Ji lewra bi me re di me de dijî û heta roja paşîn jî dê bijî. Bi xwe jî neçûye gornê. Ji ber ko herçî di rêya milletê xwe de dimirin laşê wan bikeve erdê jî giyanê wan ber bi ezmanan ve bilind dibin û ew bi xwe di dilên welatiyên xwe de dijîn.
Efendî di lawaniya xwe de kurdperwer bû. Di mutarekê de civata kurdî li Derikê eşkere vekiribû, ew bi xwe serwerê civatê, ji heralî libat (e'za) civandin. Pirî jêhatî bû, hêj bîst û çar pênc salî bû, bû serekê du sê eşîran. Memûrê tirko di destê xwe da dida lîstin. Di şerê Şêx Seîdê rehmetî de çiqas beg û axayên welatê me û nêzîngê me hene bi peyayên xwe ve çûne himberî Şêx. Lê Efendî ne cû. Bi ser da bi çend peyayê xwe ve derket Çiyaye Mazî. Ajot ser qereqola gunde Şewaşê. Esker û cebxana wan dîl girt. Gava şehîde şêrîn Kemal Fewzî Beg hate girtin Efendî bihîst ko ew ê Kemal Fewzî Beg di riya Sewregê de bibin Anadolê. Ji ber bihîstina vê xeberê birayê xwe Salih Beg (ew jî bû sehîdê milletê xwe) bi çend peyan ve şand ser riya Sewregê ko Kemal Fewzî Beg ji destê neyaran bi derxîne. Lê sed heyf di riya Xarpetê şandibûn.
Di pey şikestina Şêx de serwerê delal jî birin berpirsiyariya Îstîqlalê. Lê Xwedê ji wê afatê xelas kir. Şûn da sorgonê Anadolê kirin. Li wê jî rahet nedisekinî; hevalê xwe yê nezan îqaz û îrşad dikir, bi hevalên zana re civat çedikir. Ji lewra li ciyekî sekna wî tine bû, du rojan li ciyeki nedima. Bi derekê din ve dişandin.
Pişti efwê dîsa hat welatê xwe, xort li dora xwe civandin. Bi civata mezin re muxabere kir, ji xortên dora wî yek jê ez bûm. Tiştekî ji me veşartî tunebû. Gava ko hate Sûriyê xeber da min û çend hevalan. Lê herwekî Hawarê nivîsandiye Xwedê ji tu wan re li hev du neanî.
Berê wî bi jer ve rast kirin, pişti hatina wî zarokê wî jî canê xwe xelas kirin. Le di feqîri û zelûlî. Salek neçû min jî da dû; me li Hisîçê hev du dît ji ber ko biraziyekî wî mamekî me kuştibû, navbera me piçekî sar bû. Lê dihat ser kurdîtiye ji berê germtir bû.
Efendî beguman hêa bû. Hevalê wî kêm têne dîtin. Ji bo vê wefat hezîn şîn û girî, reşgirêdan li her kurdê xwedan rûmet dikeve. Xwedê rehma xwe 1ê bike mej î bi rehma wî şa bike.
Qedrî Can (Hawar hejmar 22, 1 Tîrmeh 1933)
|
 |
 |