www.amude.com - navenda çanda kurdî


12.07.2004 - 21:03

Ehmed Berwarî: "Nûçeyên li dijî mam Celal propagandayeke Kongra-Gel e"


>> Ehmed Berwarî
BERLÎN (amude.com) - Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Elmanyayê Ehmed Berwarî ragihand Malpera Amûdê, ku nûçeyên ku di medyaya Kongra-Gel de li dijî sekretêrê giştî yê YNKê Celal Talabanî belav dibin, ne rast in. Berwarî eşkere kir, ku sedemên vê "propagandaya li dijî Talabanî" gotinên wî yên li Tirkiyeyê derbarî Kongra-Gel in. Medyaya Kongra-Gel radigihîne, ku sê endamên polîtbîroya YNKê daxuyanî li dijî Talabanî û siyaseta wî belav kirine. Berwarî piştrast kir, ku tukes bi wan navên ku hatine ragihandin, di polîtbîroya YNKê de tuneye.

Di medyaya Kongra-Gel de (Ajanseya Dicle ya Nûçeyan, Ajanseya Mezopotamiya ya Nûçeyan, Rojev.com, azadiyawelat.com, radyoya Dengê Mezopotamiya), nûçeyeke li ser êrîşên 3 endamên polîtbîroya YNKê li dijî Celal Talabanî û siyaseta wî hatiye belavkirin. Li gorî vê nûçeyê, 3 endamên polîtbîroya YNKê daxuyanî belav kirine, û di wan de bi şêweyekî balkêş Talabanî bi tundî rexne dikin. Herweha tê ragihandin, ku wan kesan nexwestine navên xwe eşkere bikin, lê bi sertîpên navên xwe (C.H, M.C û H.M) imze kirine. Daxuyaniyeke wilo do ji Malpera Amûdê re jî hate şandin. Ev daxuyanî ji "endam û alîgirên Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistan ên dilsoz û kesên nêzî YNK" re hatiye nivîsandin û ji aliyê "endamê mekteba siyasî ya YNK C. M. H." ve hatiye imzekirin. Daxuyanî bi kurmanciya jorîn û tîpên latînî hatiye nivîsandin. Malpera Amûdê têkilî bi hin kesên pisporên başûrê Kurdistanê re kir û agahdarî wergirt, ku tukes bi navê "C. M. H" di polîtbîroya YNKê de tuneye.

Di nûçeyan û herweha daxuyaniya "C. M. H" de, hatiye nivîsandin, ku "daxuyaniyên Celal Talabanî yên li Enqereyê derbarê tirkmen, beesî û kurdan nerazîbûneke mezin di nava YNKê de derxistine holê." Herweha hatiye nivîsandin, ku "Talabanî ji bo fêda xwe di nav YNKê de grûpan çêdike, malbata xwe ji bo desthilatdariya YNKê amade dike û bi gotinên xwe yên nesiyasî û yên ku xizmeta berjewendiyên hêzên kurd nakin, gelê kurd êşandiye." Li gorî nûçeyan û daxuyaniya "C. M. H", tukes nikare bi şêweyekî vekirî rexneyî Talabanî bike, lê ew bangî kurdan dikin, ku "di malperên kurdan de zexteke mezin liser YNK biden kirin." Li gorî wan, ev "ne xiyanet e."

Berî çend rojan, Celal Talabanî li Tirkiyeyê bû. Li wê derê wî got, ku serokê PKKê yê berê Ebdela Ocalan fermana berdewamkirina şerê çekdarî li dijî Tirkiyeyê daye. Herweha wî diyar kiribû, ku alîgerên Ocalan bûne 3ê perçe. Ev gotin bû sedema acizbûneke mezin di nav Kongra-Gel de. Serokê Kongra-Gel Zubeyr Aydar Talabanî ji bo gotinên wî bi tundî rexne kir. Li gorî Aydar, Talabanî "daxuyaniyên li gorî berjewendiyên dewleta tirk" dide.

Ehmed Berwarî eşkere kir, ku "YNKê guh nade propagandayên ji aliyê Kongra-Gel ve." Berwarî got: "Li Kurdistanê komek rojnameyên serbixwe mîna Hawlatî hene. Ger kesek bixwaze mam Celal rexne bike, ew dikare vê yekê li wê derê bi navê xwe bike."


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]