 |
 |
15.05.2004 - 00:57
"Edîb Karahan bi bîr tînin"

Edîb Karahan
|
STOCKHOLM (amude.com) - Di roja koçkirina siyasetvan
û parêzerê kurd Edîb Karahan de,
nivîskarên kurd Mistefa û Ibrahîm Seydo
Aydogan di peyamekê de wî bi bîr
tînin. Malpera Amûdê peyama herdu
nivîskaran diweşîne:
Rojnamevan, nivîskar, wergêr û siyasetmedarê kurd
Edîb Karahan di 15ê Gulana 1976an de ji dinyaya gewrik ji nişka ve
bar kiribû û neteweya kurd xistibû nav xemgîniyê.
Di vê dema me ya giring û dîrokî de, pêwîstiya neteweya me bi vî ciwanmêrê mêrxas bêtir
diyar dibe. Fikir û perspektîvên wî yên kurdayetiyê û dîroka wî ya berxwedanê
ji bo nifşên bi dû wî de hatine her rêber in.
Mistefa Aydogan, Ibrahîm Seydo Aydogan
|
 |
 |