www.amude.com - navenda çanda kurdî


14.05.2004 - 08:35


28 saliya koçkirina rojnamevan û siyasetvan Edîb Karahan


Edîb Karahan
DORTMUND (amude.com) - Îroj berî 28 salan, xwedî û berpirsiyarê rojnameya Dîcle-Firatê Edîb Karahan çû ser dilovaniya xwe.
Edîb Karahan rojnamevan, nivîskar, wergêr û siyasetvan bû. Ew di 15ê Gulana 1976an de ji nişka ve ji dinyaya gewrik bar kir û neteweya kurd xiste nav xemgîniyê.
Ji bo bibîranîna Edîb Karahanî, Malpera Amûdê çend nivîsên derbarî wî diweşîne. Ev nivîs ji aliyê nivîskar Mistefa Aydogan ve hatine amadekirin.


23 sal berê*

Mistefa Aydogan - filseydo@hotmail.com

Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne jî li qehwexaneya Celalê Sor rûnişt.
Aşxaneya Hutiyî venebû, şûşeyeke araqê li ser maseya qoziyê bi ser qedeha vala de ponijî.



Dilek ariya û stêrkek rijiya. Qêrîn bi sê zarokên sêwî ket û du pîrekên jinbî li xwe xist û giriyan. Her yek ji wan bi zimanekî cuda û her yek li devereke cîhê... Berê ronahiyek ji nişka ve li ezmanê şîn xuya bû û vemirî. Bi dû re dûmaneke reş ji erdê hilat. Ket navbera erd û ezmên. Dinya pê re tarî bû. Dilekî bengîn ariya û sitêrkek ji jorê hat xwarê. Weke tîreke serbijahrkirî li orta kezebekê ket. Babîsokek li dinyayê rabû û ji wê kezeba tîrlêketî û dilê ariyayî xem bi ser dinyayê de bariya. Sitêrkek rijiya. Beriya wexta xwe...
23 sal berê bû. Dilek rawestiya. Dilekî mêrxas, dilekî bihesret, dilekî pak û bi hezkirinê ve mişt. Mirovekî xemxwar negîhaşt xêtir ji me bixwaze. Mirovekî rastgo! Mirovekî weha ku ne ew ji tirsê, lê tirs jê ditirsiya...
Ez hê nuh ji ber berbirojkê mala Hecî Deroyî rabûbûm. Lawê Hecî Emerî yê mezin dê ji Qubilmeyê bihataya û Şêxmûsê Hecî Evdilqadirî jî ji Dêrikê. Laşê min li ber tavê sist bûbû. Min berê xwe da malê, lê min di xwe re nedît ku ez biçim odeyê. Min hema xwe li hêwana me ya duderî dirêj kir. Ji xwe, xewê hîn bi rê ve de zora min biribû. Rastiyek bi ser me de wergeriyabû. Rastiyeke tahl... Rastiyeke weke rûrikê.... Ez hîn di bin tesîra wê rastiyê de bûm.
Min xwe çawa dirêj kir, çavên min ên li hemanan ji xweber çûn ser hevdu.
Min nema xwe dît. Min hew dît ku li biniya Camiya Xerabe dawetek geriyabû. Dengê def û zirneyê û laşên govendgerên ku di nav xwêdanê de mabûn, bûbûn yek. Hin zarokan ji dawiyê de hişk bi hûçikên dêyên xwe girtibû û bi govendê re bi vir de û wê de kil dibûn. Dengê teqîna devançeyên çardehderb, vire vira zarokên ku xwe çeng dikir fîşekên vala û lîrandina pîrekên bikincên dêrîkanî ku hibriyên wan ên şîrikî li ser kitana merkezêt bi mirovî re dibişirî, tev li hevdu dibûn. Ên bi milan bi hevdu re diketin qayişê; ên xwe daqûl dikir û bi lingan diçûnê... Toz û hicac ji ber lingan radibûn û bi ser serên mirovan diketin. Çipeçipa xwêdana ku ji eniyan dihat xwarê, bi rimilka li erdê re dihat sitrandin. Govend her ku diçû germtir û geştir dibû û dawet her ku digeriya şêntir dibû. Hibriyeke sor di destê dêya zavayî de û yeka mor jî di destê xaltîka wî de, li orta dawetê bi reqs, lîrandin û bi dengê "Kî zava ye, kî zava" li dora Heyderê zirnevan û lawê diçûn û dihatin. Zirneya ku her carê, li ber zilamekî lêdixist, halanên di zilaman de dihatin hildan û şabaşiya li ser tebekekê li orta dawetê dihat gerandin, heyecana berbûyan gîhandibû bandevê. Li xaniyekî bi çend xaniyan ji wî xaniyê ku govend li hewşa wê digeriya bi wê de, bûkek dihat xemilandin. Bûkeke nazdar... Çar keçik li dorê diçûn û dihatin. Kincên wan dilên xortan diperitandin; a yekem dêrikanî, a duduyan çiyayî, a sisêyan koçerkî û a çaran jî xavika bimorîk li serî omerkî. Bêhna misk û emberê li taxê belav dibû û çavên xortên bihesret û dilbijok bi pêlên bêhna dilrevîn re dadigeriyan. Xortekî bejinzirav î xwînşêrîn bi bêsebirî simbêlên xwe ba didan û çavên wî li rêya bûkê dibûn qurux. Pêlên kêf û şahiyeke bêsînor rabûbûn û herkesî xwe di çemên safî his diherikî de dadikir.

Lê ji nişka ve, li ser Camiya Xerabe ya ku ji 1204an û bi vir de di ber xwe de dide, reşek xuya bû. Xeberek bi zorê ji devê wî derket. Xebereke nexêrê... Bi dengekî kelogirî got; "Haho! Haho, agir bi Qezê ket! Pêtî di ezmanan re derket. Haaaho!" Taqet ne di wî de ma û ne jî di gotinan de. Dihezhizî. Du reşên din xuya bûn, du reşên situxwar û piştxûz. Herdu ketin bin çengên wî û di reşahiya xebera nexêrê de wenda bûn.

Bi bihîstina wê xeberê re, Heyderê aşiq zirna xwe bi derbekê re ji devê xwe derxist, hilma wî bi carekê çikiya. Bû niçeniça wî. Kelogirî bû, destê xwe bir ber ruyê xwe, li orta dawetê rûnişt û ponijî. Lawê wî jî defa xwe bi kerb danî erdê, bû ufeufa wî , çavên wî melûl bûn û bi dû re di cîhê xwe de sar sekinî. Xwêdan sar bû. Dawet ferikî. Bayekî xemgîn hat û xem li her deverê reşand û kêfa wan bi derbekê re li wan şikenand.

Wê rojê, Rojhilatê xwe reş girêda. Roj xemgîn bû, hilnehat. Ezmên ji dil hêsir barandin. Bû haho hahoya ewran, li bin guhê hevdu ketin. Dinya ji nişka ve bû şev û sitêrkekê xwe ji jorê bera xwarê da. Sitêrkeke ne di wexta xwe de... Sitêrkên mayî li xwe xist, bi xeramûşkan rûyên xwe tev çirandin. Darên zeytûnan di cîh de hişk bûn, tu lib bi wan ve neman. Bû haho hahoya Tûrcelê, dengê qêrîna wê di felekan re derket. Kûrînî bi Xab û Kulêbeyê ket û bi ser Êrge Baba de giriyan. Qîza Qirêl porê xwe giş hilkir, xwazgîniyên xwe hemû vegerandin, herdu guliyên xwe di ber de jê kirin û zewac li xwe heram kir. Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne jî li qahweya Celalê Sor rûnişt. Aşxaneya Hutiyî venebû, şûşeyeke araqê li ser maseya qoziyê bi ser qedeha vala de ponijî. Hespikeke hesinî bêxwedî ma, xwe sipart dîrekê cereyanê û li halê xwe û wan giriya. Ji Kaniya Gûzê heta Aşê Mala Xemoyî, kes li sûkê nema. Xeto û Remo şaş man û ji jora Dêrikê heta Heramiyan, bi tepan çûn serên xwe. Wê gavê, bayekî şînê xwe li taxa Mehmûdan girt. Hinar perçivîn, libên wan giş bûn hêsir û bi ser Dêrikê de hatin xwarê. Lehiyek rabû û Dêrika Çiyayê Mazî da ber xwe.

Darbestekê ji Diyarbekirê da rê. Darbesta Serokê Dîwanê. Dîwana girtiyên Girtîgeha Diyarbekirê... Wê gavê kerba ku ji heyaman ve hatibû kolan, xwe di rûyên sûrên Diyarbekirê de da der. Dîcle bi situxwarî herikî. Ji girî çavên Firatê ketin ber. Araratê şîna xwe li Qesra Isheq Paşayî danî. Ji serê zozanên Serhedê dengê dûrikeke dilşewat tevî kilama Bavê Silhoyî, pêl bi pêl ber bi jêrê ve belav bû. Çiyayê Metînan Sûlav bi carekê rawestand. Çoman ji bo dadgerê xwe yê zemanekî, ji bo Mam Azadê xwe, deriyê dadgeha xwe girt û wê rojê li tu daweyan nenihêrî. Çiyayê Bêxêr gazindên xwe bi Xêbûr kirin. Ezmên xwe bi êşeke giran ve bi ser hevdu de guvaşt û Xelefê Berber pê re got: "Wey li minê!" Dara tuyê ya li kêleka dikana wî, çer ku dengê wî bihîst, ji qehran tu nema bû bifetisiyaya. Hêrsa wê ew qasî bilind bû ku kesî nema wêrîbû xwe bidaya ber siya wê. Hêrsa Girê Qiziltepeyê di dilê wê de hilnehat û awirin tûj di ser serê Qesra Salihê Receb Axayê çeçan re, berê xwe da garnîzonekê.

Erd ji nişka ve hejiya. Lê tu rasatxaneyan ew nepîva. Navenda wê Dêrik, Qiziltepe, lêf, berî... Coxrafyayeke bêserî û bêbinî... Herkes li hev civiya. Mirovî ax biavêtaya li erdê nediket. Dinya qûriya, herkes rabû ser pêyan. Herkes... Ji her deverê, ji her rengî û bi her devokî... Ermeniyên Dêrikê jî pê re...

Erd careke din hejiya. Di newala Xursê de, li wê quncika Bihiştê, duwanzdeh gund bi hevdu re kil bûn. Ji ber tesîra wê, lêf wek pelê çilo lerizî. Ne Emrûd, ne Efer, ne Bahdînan, ne Erban û ne jî Şêb ma. Rastiya tahl xwe gîhand Girê Girgewrê û ji wê derê berê xwe rast da Çemê Evdilmamê. Wê gavê çi erdê Xelecan û çi jî yê Çirikan, hemû Kîkan tevî bêşê xwe yê aliyê sînor î din, konê şînê vegirt û qehweya tahl da ser. Xeber li Ebû Ceradê gîhaşt Êlas Efendiyî, xwediyê merameke nîvcomayî. Lerizandin pêl bi pêl li coxrafyayeke mexdûr belav bû. Mêrdîn jî ji ber wê kil bû û Keleha wê tu nema bû ku bi hemû heybeta xwe ya dîrokî ve bi ser beriyê de wergeriyaya. Heskîf çend hezar salên din jî bi nav dîrokê de çû û ji kûrahiyeke bêbinî, bi janeke giran naliya û agir bi kezeban xist. Gurmînî ji Keleha Zêrzewanê hat û bi dengê axîn û nalîna Emînê Ehmed û Dawê Mihê Dilûlê hejiya. Qerejdax vê carê ne ji german, lê ji qehran diqijilî. Kevirên wê ji berê reştir bûn. Pira Şahwelêt rê neda tu wesîteyan. Tu zarok li tu otobusên ku di ser pireya Bîlecikê re derbas dibûn, siwar nebû û dengên tu keman û darbûqeyan nehatin bihîstin.

Deşta Haranê girt ber deriyê Birahîm Pêxemberî û ji wî re got; "Ger ev kar karê Xwedayê te be, bi navê wî Xwedayê ku tu baweriya xwe pê tînî, tu nema dikarî li vira bisitirî." Birahîm ji ber hêrsa Haranê ricifî, xwe ji her tiştî bêrî kir û tu tişt li xwe qebûl nekir. Cûdî bi tenê wê rojê, cîh neda Keştiya Nuhî. Nuh polî poşman vegeriya. Botan ji serê Birca Belek qûriya û wê gavê Deşta Geverê ji ber dengê wê hejiya. Ûrmiyê li ser navê Rojhilatê, xwe gîhand Wanê. Herduyan bi hevdu re deryayeke bêserî û bêbinî pêk anî û şîna xwe li ser danî.

Ava Emrûd a ku heta wê gavê, tu zebeşî xwe li ber negirtibû û di çend saniyeyên destpêkê de bûbû du perçe, wê rojê neherikî û Qiziltepeya şewitî dîsa bê av hişt. Gola Eyn Ebaso deriyê ava xwe girt û nehişt li Xursa Navê tu aş bigere. Bêhna cîh û warekî, bêhna bingeha hesreta dilekî teng bû. Tu kesî newêrîbû xwe tê derxistaya. Tavê xwe ji tirsan da alî. Heyv hingî li ber ket, wê rojê ji dinyayê xeyidî û li dora wê nezîvirî. Di cîhê xwe de sar sekinî. Ne bi kesî re bişirî û ne jî hişt ku tu evîndar di bin tava wê de, bi dizîka xwe bigîhinin hevdu. Sê şev û sê rojan, zewade di gewriyê re neçû xwarê. Sitêrkan yek bi yek xwe li dû hevdu di valahiyeke bêdawî de wer kir. Wê rojê, tu qaçaxçiyan li tu sînoran nexist û tu mayinên binaxkirî neteqiya. Herkesî pîmê mayina dilê xwe kişand û di xwe de teqiya. Hemû meleyên sûrgicî li mala Mele Nezîrî, bi ser hevdu de ponijîn. Û Xwedê li meqamê xwe, hemû melekên xwe bi helûbelekê civandin û tiştên li jêrê û jorê diqewimîn, meraq kirin.

Di dilê herkesî de rengin tevî herka xwînê bûn. Ji rengan alayek pêk hat û di dîrekê dilên wan de, daket heta nêvî. Wê rojê, alayê tu ba qebûl nekir û li ber tu bayî liba nebû. Li nêviyê dîrekên dilên wan, xwe bi xemgînî li hev pêça.

Dinya serûbinî hevdu bûbû û li erd û ezmên xirecireke mezin dest pê kiribû. Wê gavê, wî ji ser darbesta xwe serê xwe ji nişka ve bilind kir, li dora xwe nihêrî, biruyên xwe yên qalind ber bi jorê ve rakirin, bi dilovanî bişirî û got: "Heyhat, heyhat! Ne xwe, mirin jî ha! Xem nake, ew ji bavê xwe bê minet e. A va qûça wê jî! Bila hayê wê jê hebe ku ji xafil de hat min. An na, hûn pê dizanin ku tu mirin nikare bi min. Ez dikarim mirina herî mezin jî bi destekî bifetisînim. Lê xem nake, bala xwe bidinê, jiyan dîsa berdewam e. Jiyan dîsa jî xweş e. Tevî hertiştî jî hêja ye, hêja ye ku mirov bijî... Nebî nebî, hûn berê xwe ji jiyanê neguherin, jê dilgiran nebin û hêviya xwe jê qut nekin!

Wê gavê hûn ê min di herikandina her avê de bibînin. Di libakirina her rengê dilên xwe de, di her libên hinarên me de, di zeytûnên me yên xilxalî de, di hênikahiya her bayî de, di heybeta her çiyayî de, di zîldana her gîhayî de, di serê her simbilî de... Wê gavê ez namirim. Wê gavê ez ê di her bêhnstendinekê de ji nû ve vejîm. Di her rengê kûlîlkên Biharê de, di bêhna her gula di ber porê her keçikê de, li serê her zozanî, li binê her newalê, li erdê her beriyê...
Ez ê wê gavê li her şevbihêrkê, bi we re bim."

Ez bi dengê mêvanan şiyar bûm. Gelo ez şiyar bûm? Me ji kerban silav jî li hevdu nekir, me bi tenê bi çavên melûl li hevdu nihêrî. Em hersê jî ji qehran reş xeniqîbûn. Min bala xwe dayê ku em di kûrahiya bêdengiyê de wenda dibûn û diçûn. Ax ax! Rastiya tahl, ax! Ax 23 sal berê, ax!.. Gelo ez kî bûm? Dibe ku ez tu bim, belkî ew, belkî jî hûn hemû. Belkî min qet tu tişt nedîtibe, belkî wê rojê, tu kes li Qosarê derneketibe ser Camiya Xerabe. Belkî wê rojê tu mêvan nehatibin. Belkî jî tew ez qet nejiyabim, belkî...


* Ev nivîs di sala 1999an de di kovara Pelînê de hatibû weşandin

-----------------------------------------------

Edîb Karahan kî ye?

Mistefa Aydogan

Li gora agahdariya ku ji nasnameya wî ya resmî hatiye wergirtin, Edîb Karahan di 1930yî de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Ji ber fikir û helwestên xwe, gelek caran hat girtin. Li Stenbolê, berê di beşê felsefeyê de xwend, lê bi dû re qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê çêkir û heta sinifa dawiyê li vê xwendegehê xwend. Di sinifa dawiyê de, derseke wî ma û ji ber vê yekê tu carî ev beş neqedand. Di 1962yan de dest bi weşana kovarekê kir ku navê wê " Dîcle-Firat " e. Di 1963an de, ji ber ku navê wî jî di wê daweya navdar "Daweya 23yan" de hebû, hat girtin. Di salên 60î de, wekî kadroyekî Partiya Karker (ya Tirkiyeyê) serokiya şûbeya vê Partiyê ya li Emînonuyê kir. Lê wî û Partiya Karker li ser pirsa kurd li hevdu nekir û piştî minaqeşeyên di vî warî de ji vê Partiyê veqetiya. Di daweya DDKOyê de hat girtin û ew dîwana wî ya navdar, ku hertim mijara suhbetên me yên qehwexaneyan bû, bû malê dîrokê. Gava ji vê daweyê heyşt sal ceze lê hat birîn, di 1972yan de çû başûrê Kurdistanê. Li wê derê, navê xwe kir Azad, lê gelekan jê re digot " Mam Azad". Demekê, di beşê ragîhandinê de xebitî. Bi dû re, li Dadgeha Çomanê, ya ku serokê wê Emer Debabe bû, dadgerî kir. Di sala 1973yan de, dostekî wî, yê ku navê wî Mielim Hoste bû, jina wî û zarokên wî birin ba wî. Li başûrê Kurdistanê, keçeke wî çêbû. Navê wê kir Kurdistan. Lê Kurdistanê di demeke pir kurt de wefat kir û li wê derê hat veşartin. Edîb Karahan li wê derê carekê nexweş ket. Tevî Doktor Mehmûd Osmanî çend doktorên din jî ew miayene kir, lê hingê nexweşiya wî nehat teşhîskirin. Piştî ku bi qasî du salan li başûrê welêt ma, di Îlona 1974an de vegeriya bakurê welêt.

Di 1976an de, ji bo ku dersa xwe ya dawiyê bidaya û Fakulteya Hiqûqê bi temamî biqedandaya, çû Stenbolê. Li Stenbolê li Aksarayê, li "Bati Otelî"yê ma. Di Gulana 1976an de, ji nişka ve nexweş ket û wê gavê, dostan ew bir Hesekiyê û li Nexweşxaneya Gurubayê razand. Wê çaxê, diyar bû ku nexweşiya dilî pê re hebû û ew nexweşiya li başûrê welêt jî her eynî nexweşî bû. Beriya ku derman ji dermanxaneyê bigîhêje ser wî, krîza dawiyê dest pê kir û ji vê krîzê, ku krîza sêyem bû (yek li başûr, yek li otêlê û ya din jî li nexweşxaneyê), xelas nebû û mirinê bi vî awayî dada vî ronakbîrê mêrxas û ji nav me bir. Mirin bi vî awayî dadide vî ronakbîrê mêrxas û ji nav me dibetî ku Edîb Karahan çavên xwe li dinyaya gewrik girtin, darbesta wî bi balafirê hat Amedê û bi qelebalixeke mezin berê xwe da Dêrikê, Dêrika Çiyayê Mazî…

Edîb Karahan du caran zewicîbû. Jina wî ya yekem ji tirkên Bûlgarîstanê bû. Jina wî ya duyem jî dêrikî bû. Gava wefat kir, bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê zarokên wî li dû wî man.

Wî bi du zaravayên kurdî (soranî û kurmancî), tirkî û fransî dizanîbû. Ji derveyî wergerên wî yên nîvcomayî, du çîrokên wê yên bi kurmancî yên manzûmane henin, ku wî ew ji La Fontaine wergerandinin .
Edîb Karahan Dêrikî û Mehmûdî bû. Dibe ku di vî warî de agahdariyeke kurt pêwîst bê dîtin. Loma jî ez ê hewl bidim, ku bi kurtî behsa vê yekê bikim û paşbingehekî pêşkêşî xwendevanan bikim.

Dêrik û Mehmûdî

Dêrika Çiyayê Mazî li ber dilên gelek kesên ku ne ji Dêrikê nin jî devereke pir şêrîn e. Li rojhilatê wê Turcel, li rojavayê wê Êrge Baba, li bakurê wê Pozê Mancêla, ku siya xwe bera ser Kulêbê daye... Cîhekî ewle û di himbêza Xab û Kulêbê de û di bin sitara çiyayên bilind de, cîh û warekî kurdan. Lê ez nizanim, bê ew ji bo çi li ber dilên gelekan weha şêrîn e. Dibe ku ji ber hêza ku ji Tûrcelê distîne û bi beriya bêser û binî re dibişire be; dibe ku ji ber darên wê yên zeytûnan û ava wê ya Xabê be; dibe ku ji ber ku di helbesta Qedrîcanî de bingehê hesreta dilê mişextiyan e; belkî jî ji ber ku kana îlhama helbestvanan e.

Li Dêrikê, li gel gelek eşîrên bi nav û deng, eşîra Mehmûdan jî heye. Yê/a ku ji wê eşîrê be, ji xwe re dibêje "Mehmûdî". Serokê wê eşîrê Reşo bû. Piştî Reşoyî, lawê wî Osman dikeve şûna wî. Ji xwe piştî wî, êdî malbat weke "mala Osmanê Reşo" (Hecî Osmanê Reşo) tê nasîn. Ev Osman yek ji wan sê Osmanan bû, ku li hemberî Birahîm Paşayê Milî serî netewandiye, ku Ziya Gokalp di "Destana Birahîm Paşayê Eşqiya" de behsa wî jî dike.

Şeş lawên Osmên hebûn: Êlas (Êlas Efendî), Şêxmûs, Hecî Etman, Hecî Reşîd, Hecî Sînan, Seîd. Şêxmûsê ku min binê navê wî çixêz kiriye, kalikê Edîb Karahanî ye. Edîb Karahan lawê Cemîlê (Hecî Cemîl) Şêxmûsî ye. Ew (Hecî Cemîl) bi xwe hem beşdarî serhildana Şêx Seîdî bûye û hem jî di nav wê grûpê de bû, ya ku ji Biniya Xetê tê heta Çiyayê Mazî. Lê hîn beriya ku Cemîlê bavê Edîb Karahanî bê dinyayê, Şêxmûs wefat dike û ji ber vê yekê, gelek kes Cemîlî wekî lawê Hecî Osmanê Reşoyî dizane.

Hecî Cemîl pênc caran zewiciye. Edîb Karahan ji jina wî ya yekem, a ku dotmama wî bû û navê wê Hecî Semo bû, çêdibe.

Ger hûn bala xwe bidin navên ku Edîb Karahanî di Dîcle-Firatê de bi kar anînin, hûn ê bibînin ku her nav bi zanebûn hatiye danîn: "Reşo" ji ber navê Reşoyê serokê êla wan; "Edîb Osmanoglu" ji ber navê Osmanê Reşoyî; "Mahmut Bayraktar" ji ber navê êlê; "Hamit Mazidagli" ji ber Çiyayê Mazî, an Derika Çiyayê Mazî.

Mala Osmanê Reşoyî û serhildana Şêx Seîdî

Êlas Efendî apê bavê Edîb Karahanî ye. Piştî Osmanê Reşoyî, ew serokiya êlê dike. Di Mekteba Ruştiyeyê de xwendiye û bi dû re li Dêrikê dibe serokê Qulûba Kurd. Ew jî bi gelek eşîrên Dêrikê yên din re soza beşdariya serîhildana Şêx Seîdî dide. Gava Şêx Seîd digire ser Diyarbekirê, eşîrên Dêrikê yên sozdayî jî berê xwe didin Diyarbekirê. Lê gava hîn ne gîhaştinin Diyarbekirê, li Elîparê xebera têkçûna serhildanê ji wan re tê. Ji wan re dibêjin: "Bibêjin, em Quwa-î Miliye nin û em hatinin alîkariya dewletê". Eşîrên din hemû li gora vê xeberê, helwestên xwe diguherin û alaya "Quwa-î Miliye"yê bilind dikin û diçin Diyarbekirê. Lê Êlas Efendî li ser soza xwe dimîne û ji ber vê yekê jî piştî têkçûna serhildanê tê girtin. Lê bi dû re tê berdan û dewlet wî li Mêrdînê bi cîh dike. Bi Mala Cemîl Paşayî re pêywendiyên wî her berdewam in û ji bo beşdariya serhildana Agiriyê, di 1927an de bi hevdu re dadikevin Biniya Xetê. Grûpa wan bi dû re ji bo destpêkirina şerî, heta Çiyayê Mazî jî tê û piştî ku çend rojan li wan çiyayan digerin û tê digîhêjin ku eşîrên din bi wan re ranabin, bi şûn de vedigerin Biniya Xetê. Êlas Efendî di 1930yî de li Amûdê wefat dike û malbat ancax bi efûya 1933an ya ji ber dehsaliya Komarê hat derxistin, vedigere bakurê Kurdistanê. Wê gavê, ji nêviyê wan bêtir li Qiziltepeyê bi cîh dibin. (Min ev agahdarî hem ji Enwerê birayê Edîb Karahan, hem ji Eyup Alacabey û hem jî di 1982an de, gava ez ji Biniya Xetê çûbûm Dêrikê, ji bavê Eyup Alacabey Heciyê Qêsimê rehmetî, ku bi xwe jî ji bo beşdariya serhildanê berê xwe dabû Diyarbekirê, wergirtinin).

Mehmûdiyê ku rûpeleke nû vekir

Gava ku malbat ji Biniya Xetê vedigere, xwe pir distirîne; xwe ji xebatên ku têkiliyên wan bi kurdperweriyê henin, bi temamî bi dûr dixin. Ji wê tarîxê û vir de, ji wê malbatê cara yekem Edîb Karahan beşdarî têkoşîna neteweyî dibe. Ew jî dibe sedem, ku mesafeyek têkeve navbera malbatê û Edîb Karahanî. Ji ber ku çavên malbatê ji dewletê tirsiyanin, heta ku ji wan tê xwe dûrî Edîb Karahanî dikin û heta wefata wî jî qet lê bi xwedî dernakevin.

Piştî efûya 1933an, di nav Mehmûdan de, yê ku cara yekem ji tirsa dewletê re gotiye "a va qûça te" û ji bo ku nivşên malbatê yên nû karibin beşdarî nav xebata kurdperweriyê bibin, rê vekiriye, Edîb Karahan e. Ev taybetmendiyeke pir giring e. Wî bi vê helwesta xwe rûpeleke nû vekir.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]