www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.07.2004 - 16:40


"Mêvana Xewnê" ya Ebas Ehmed guhdarên xwe kezebreşî kir, lê derket


Ebas Ehmed

"Mêvana Xewnê"

Ebas Ehmed li gel Welat, Kamîran û Haco
Stranên "Mêvana Xewnê

- Ya min e
- Kezîzerê
- Hey Hey
- Li ser dikê
- Nesîba
- Şewqo
- Min digot tê bê
- Besna
- Nazika min
- Bikeve Xewnê
Du stran ji "Mêvana Xewnê":
Ya min e Şewqo
Sîrwanê Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Piştî salekê ji bendewariyeke berdewam, CDeya hunermend Ebas Ehmed "Mêvana Xewnê" derket. Weşanxaneya kurdî Ses Plak li Stenbolê têra xwe bo wê yekê kar kir (an jî nekir), ku ev CD dereng derkeve û pêre bêhna Ebas Ehmed û guhdarên wî biçikîne, tevlî ku ev berhem ji berî salekê (!) ve amade di nav destên wê de bû. "Mêvana Xewnê" ji 10 stranan pêk tê, ku hinek ji wan stranên folklorî ne, lê bi muzîkeke nûjen a kurdî-rojavayî hatine amadekirin. Ev sêyemîn CDeya Ebas Ehmed e, ku ji derveyî welat derketine.

Ebas Ehmed diyar kir, ku bêhna wî fireh bû, ku dawî CDeya wî derket. Li ser vê berhemê ew dibêje, ku wî hewl daye, ku gelek rengên muzîkê bi kar bîne; wî muzîka flamêngo, cas û pop tevlî ya kurdî kirine û bi vê yekê xwestiye li gorî demê biçe û folklora kurdî bi şêweyekî nûjen bigihîne guhdarên xwe. Li ser pirsa çima ew muzîka Rojavayê bi kar tîne, Ebas Ehmed dibêje: "Rîtmên stranên kurdî û muzîka Rojavayê nêzîkî hev in."

Kesê ku li stranên Ebas Ehmed guhdarî dike, ew dê bibîne ku ew destê xwe davêje stranên kurdî yên folklorî û wan bi kirasekî nûjen pêşkêşî guhdarên xwe dike. Li gorî Ebas Ehmed, "gunehkariyeke e pir mezin e, ku stranên folklorî weke xwe bimînin." Ew diyar dike, ku divê hemû guhdar bikaribin li strana folklorî guhdar bikin. Ji ber vê yekê ew stranên folklorî li gorî guhdarên vê demê amade dike.

Pere tune ne, klîp jî tune

Ebas Ehmed piştrast dike, ku divê kurd "serê xwe bi strana folklor bilind bikin." Nerîna wî ew e, ku bi kemançe û dahol û zirneyê strana folklor tucarî nikare xwe bigihîne guhê nifşên nû û herweha guhdarên biyanî.

Li ser projeyên wî yên pêşerojê, Ebas Ehmed diyar dike, ku ew li ser CDeyeke "hîn xurtir û pêşketîtir" dixebite. Lê ew naxwaze agahiyên berfireh bide, çimkî ew "nizane bê rojên bê çi jê re veşartine."

Ta niha klîpeke hunermend Ebas Ehmed tune ye. Belkû ev jî yek ji wan sedeman be, ku muzîka wî ji wî bi xwe navdartir e. Ebas Ehmed dikene û dibêje ku ev yek rast e. Lê tunebûna derfetan û rewşa wî ya aborî ya xerab rê li ber wî digirin, ku bikaribe klîpan amade bike.

Bêhna Ebas Ehmed û guhdarên wî derket: "Mêvana Xewnê" derket. Kî dizane, bê berhema nû dê kînga bikeve nav destên wan. Eger bi ya weşanxaneyên mîna Ses Plak, ku mijandina xwîna hunermendên mîna Ebas Ehmed ji xwe re kirine kar û bi alîkariya wan qezenceke aborî ya mezin dikin, be, divê bêhna guhdaran pir fireh be û xwe ji bo demeke dirêj a zûha amade bikin.

----------------------------------------------------------
Mêvana Xewnê
Ses Plak - Stenbol - 2004
Amadekirin: Heval Haco
e-maila xwestina CDê: hawo.hajo@web.de


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]