www.amude.com - navenda çanda kurdî


15.07.2004 - 22:48

"Qamişlo" bera pijîşkên kurd ji Şamê da

ŞAM (qamislo.com/amude.com) - Ji ber nivîsandina peyva "Qamişlo" li şûna "Qamişlî" wek ku bi erebî tê nivîsandin, dezgeha ewlekariya leşkerî li Şamê mafê rûniştinê û xwendina pijîşkiya zarokan ji 3ê pijîşkên kurd stand û nehişt ku ew xebata xwe berdewam bikin. Pijîşkên kurd Mesûd Ehmed, Esed Şêxê û Kewkeb Mihemed li ser hin rûpelan navê bajarê Qamişlo weha nivîsandibûn, wek ku kurd wî binavdikin, ne wek erebiya wê "Qamişlî". Berî niha jî bêtirî 30 xwendekarên kurd ji zanîngehan hatibûn avêtin, 11e ji wan bi şêweyekî dawî.

Pijîşkên kurd Mesûd Ehmed, Esed Şêxê û Kewkeb Mihemed xwendsina xwe ya pijîşkiyê li zanîngehên Heleb û Şamê bi dawî anîbû û li Şama paytext xwendina taybetî ya pijîşkiya zarokan dikir. Kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê tîpa "o" bi bi "Qamişl" ve girêdidin û jê re dibêjin "Qamişlo". Lê bi erebî û di dezgehên fermî de, li şûna "o" tîpa "î" tête nivîsandin û bi vê yekê navê bajêr dibe "Qamişlî".



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]