 |
 |
12.06.2004 - 15:00
DEHAP ji KONGRA-GEL doza rawestandina şer dike

Tuncer Bakirhan
|
ENQERE (dîha/amude.com) - Serokê giştî yê DEHAPê Tuncer Bakirhan
ji serokê giştî yê KONGRA-GEL Zubeyir Aydar re nameyek şand
û tê de bang kir û xwest, ku şerê ku serê vê mehê
ji aliyê wan ve hate îlankirin, dîsa raweste. Bakirhan
eşkere kir, ku di hêla civakî-aborî-çandî de, herêmê di dema
şer de "zirarek mezin dît." Lê di dema ku şer rawestiya de, "hate dîtin ku
avakirina astiyek mayînde ya ji nû ve mûmkin e." Herweha Bakirhan
diyar kir, ku ji bo gelê kurd gelekî giring e, ku "di şûna metodên
tundiyê de, têgihiştinên sivîl, ên ku hemû
civakê digirin nava xwe, bibin desthilatdar."
Serokê DEHAPê Bakirhan di nameya xwe ya
bo Zubeyir Aydarî de got, ku "hêzên aştîxwaz û demokratîxwaz"
di vê dema rawestandina şer de, "qezencên
siyasî yên ku dihatin xwestin, bi dest nexistin." Li aliyekî
din, Bakirhan diyar kir, ku şerê ku li herêmê
pêk tê, gefê li pêvajoya aştiyê û demokrasiyê
dixwe. Ew pêwîst dibîne, ku gelên li Rojhilata
Navîn ji bo "tunekirina hevdu çalakiyan li dar nexînin û giringiya
pêvajoya aştiyê baştir fahm bikin.
Di dawiya nameya xwe de, Tuncer Bakirhan daxwaza partiya xwe
ji Hêzên Paraztina Gel (HPG), ku ew
biryara xwe ya bo berdewamkirina şer "dîsa di ber çav re derbas bike.",
anî ziman.
Bakirhan got: "Em di wê baweriyê de ne, ku ev yek ji bo pêşeroja gelê me û
berjewendiyên gelê me gelek giring e."
Di sala 1999an de, li ser banga serokê giştî yê PKKê Ebdela Ocalan
şerê li dijî dewleta Tirkiyeyê hate rawestandin.
Serê vê mehê, Hêzên Parastina Gel (HPG) berdewamiya
şer îlan kir.
|
 |
 |