www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.01.2004 - 22:39


Dadgeha ewlekariya dewletê li Şamê: "Girtiyên kurd xwestin beşekī ji Sūryayê bi dewleteke biyanî ve girê bidin!"

Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003 Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003 Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003 Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003
Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003 Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003 Girtiyên kurd ên xwepêşandana zarokan li Şamê - 25.06.2003

>> Amir Murad, Mihemed Şerîf Ferman, Hozan Ibrahîm, Mihemed Mistefa, Hisên Remedan, Salar Salih Xalid Mihemed Elî (bo mezinkirinê bitikîne)
ŞAM (amude.com) - Îro li dadgeha ewlekariya dewletê li Şamê, dadgehkirina 7 girtiyên kurd dest pê kir. Dadgehê girtiyan tawanbariya endametiya rêxistineke īlegal û herweha perēekirina beşekī ji Sūryayê û girźdana wī bi dewleteke biyanî ve kir. Girtiyan ev yek inkar kirin. 11 parêzerên kurd û ereb ji bo parastina girtiyan ketibûn dadgehê. Ji derve, dora 500 kurd û ereb bi dirûşman doza azadiyê ji bo girtiyan dikirin. Dadgehkirina girtiyan 3 demjimêran dirêj kir û di 22.02.2004an de berdewam dike.

Parêzer Sebrî Mîrza, ku yek ji parêzerên girtiyan e, ragihand Malpera Amûdê ku tawanbariya girtiyan giran e, lê li nik dadgehê ti belge tune ne, ku vê yekê piştrast bikin. Wî berdewam kir û got, ku girtî di zindaneke xwedî mezinbûneke 90x180 cm de ne û rewşa wan ji ber işkencekirinê pir xerab e. Ji bilî Mîrza, 10 parêzerên din jî beşdar bûbûn. Bi giştî 128 parêzerên kurd û ereb ji bo parastina girtiyan çubûn Şamê, lê dadgehê erêkirin da tenê 11 kesan.

Dadgehkirina girtiyan di 22.02.2004an de berdewam dike. Di wê rojê de, herdu girtiyên din Merwan Osman û Hesen Salih jî têne pêşiya dadgehê.

Girtiyên kurd Amir Murad, Mihemed Mistefa, Hozan Ibrahîm, Salar Salih Xalid Mihemed Elî, Mihemed Şerîf Ferman, Hisên Remedan di 25.06.2003an de ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandana zarokên kurd li Şamê de hatin girtin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]