 |
 |
08.01.2004 - 23:11
Girtiyên kurd li Sûryayê dê bê parêzer bêne dadgehkirin!?

>> Amir Murad, Mihemed Şerîf Ferman, Hozan Ibrahîm, Mihemed Mistefa, Hisên Remedan,
Salar Salih Xalid Mihemed Elî (bo mezinkirinê bitikîne) |
ŞAM/DORTMUND (amude.com) - Yekşema bê, roja 11ê vê mehê,
dê li dadgeha ewlekariya dewletê li Şamê dadgehkirina 8
girtiyên kurd dest pê bike. Li gel ku bêtirî
127 parêzerên ereb û kurd xwe ji bo paraztina
girtiyan qeyd kirine, lê rêjîma sûrî ta niha
jî nepejirandiye ku ti kes wan biparêze. Hemû girtî
ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandana zarokên kurd di 25.06.2003an
de hatin girtin û ji wê rojê ve bi şêweyekî xurt têne
işkencekirin.
Ev bûne bêtirî şeş mehan ku Amir Murad, Mihemed Mistefa,
Hozan Ibrahîm, Salar Salih Xalid Mihemed Elî, Mihemed Şerîf Ferman,
Hisên Remedan û Mesûd Hamid hatine girtin. Mesûd Hamid di
24.7.2003an de hate girtin, dema ku ezmûneyên xwe pêşkêş dikir. Ew xwendekarekî
fakulteya rojnamevaniyê li zanîngeha Şamê ye. Ew ji aliyê ewlekariya siyasî ve
hate girtin, ji ber ku wî wêneyên xwepêşandanê bi kamereya xwe
kişandibûn û ew di medyaya kurdî û cîhanî de
hatin belavkirin.
Mezinbûna zindanaê 80x80 cm e
Ji dema ku hatine girtin û ta roja îro, girtiyan tenê 3
caran karîbûn li gel malbatên xwe bikevin têkiliyê; her car
jî ne bêtirî 10 deqeyan. Malbatên wan ragihandin, ku her girtiyek
di zindanekê de ye, ku mezinbûna wê 80x80 cem e. Tiwalêtên wan
jî di wan de ne. Girtiyan ragihandibûn malbatên xwe, ku ji dema girtina
wan tenê 2 caran derfet ji wan re hebû ku avê bi ser û canê
xwe kin. Herweha ew nikarin riyên xwe kur bikin.
Girtiyên kurd psîkolocî û fîzyolocî di rewşeke
pir xerab de ne. Işkenecekirina wan berdewam e û dawî nexuya ye.
Rêjîma sûrî mîna mucriman li wan dinere û
tawanbar dike, ne mîna siyasetvanan. Gunehkariya wan ew e, ku wan
di roja cîhanî ya mafê zarokan de, li gel zarokên kurd
derketin derve û di xwepêşandanekê de doza mafê zarokên kurd
kirin.
|
 |
 |