www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.01.2004 - 23:32


Ciwan Haco di konsêrta xwe ya li Stenbolê de (dîha)

Ciwan Haco Stenbol û kurdên wê hejnadin (dîha)
Konsêrta Ciwan Haco nîvco bi dawî bû

Rêbiwar Pîremêrd - STENBOL (amude.com) - Doh li Stenbolê, konsêrteke hunermend Ciwan Haco bi beşdariya 20 hezar kesan li Stadyoma Abdi Îpekçî pêk hat. Ji ber nebûna cih, gelek kesan nakarîn bikevin hundir. Coşa konsêrtê bû sedema ecqeyê û konsêrt di nîviyê de bi dawî bû. Alîgerên KONGRA-GEL konsêrt kirin çalakiyeke siyasî û di navebera stranan de dirûşmên piştgiriyê ji bo Abdullah Ocalan anîn zimên.

Konsêrta Ciwan Haco ji ber kêmasiya organîzasyonê seetek bi derengî dest pê kir. Li gel buhabûna bilêtan, di stadyomê de cih nema. Bi sedan kesan nekarîn bikevin hundir. Bi hezaran hezkiriyên wî ew bi pêla hezkirinê pêşwazî kirin. Haco bi strana "Dilo rebeno" dest bi bernameya xwe kir û dûre bi kurdî, tirkî û ingilîzî hezkiriyên xwe silav kir û hezkirina xwe ya ji bo dildarên xwe bi van gotinan anî zimên: "Ez qurbana we bim. Min pir bêriya we kiriye. Ev 23 sal in ez bi hesreta we û vir dijiyam." Haco di konsêrtê bi hezkiriyên xwe re stranên xwe yên mîna "Na na", "Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir", "Birîndar kirim xerîbiyê", "Zînê", "Çeto" û "Diyarbekir mala min e" gotin û dawî li hesreta salan anî. Bi giştî wî 11e stranên xwe pêşkêş kirin.

Konsêrt bû hovkek ji bo piştgiriya Ocalan

Di salona konsêrtê de, alîgerên KONGRA-GEL tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo Ocalan dûrişmên wekî "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan na be" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin û girêdana xwe ya ji bo Ocalan anîn zimên. Piştre jî, girsêyê nasnameyên xwe bilind kirin û dirûşmên wekî "Em jiyaneke bê nasname naxwazin" berz kir. Salon bi xeliyên kesk, sor û zer hatibû xemilandin û ala KONGRA-GEL jî hate bilindkirin. Li gel ku Ciwan Haco girse hişyar dikir û nedixwest dirûşm bêne berzkirin jî, ciwanan guh nedidan wî. Di navbera her stranê de, girseyê dirûşm berz dikir.

Ecqe çêbû derket, konsêrt di nêvî de ma

Ji ber nebûna cih û ecqeya hezkiriyên Ciwan Haco, pêşiya dikê ji aliyê ciwanan ve hatibû girtin û gelek caran ev yek bû sedama pirsgirêkan. Ciwan Haco gelek caran girse hişyar kir û xwest ku ciwan dora dikê vekin. Lê hezkiriyên wî ji bo ku bikaribin nêzikî wî bibin û wî hembêz bikin, paş ve venekêşiyan. Ji ber ku derdora dikê hatibû dagirtin, qablo qut bûn û konsêrt di nêviyê de bi dawî bû. Bêyî ku bername bi dawî bibe û Ciwan xatirê xwe bixwaze, konsêrt di niviyê de ma.

Konsêrt ji hêla gelek kesên navdar ve jî hate şopandin. Li gel Şarederê Amedê Ferîdûn Çelîk, hunermend Ferhat Tunç, Gulten Kaya, Kazim Koyuncu, Nulîfer Akbal, Reşo, nivîskar Mehmet Uzun, Cihgira serokê ÎHDê Eren Keskîn û gelek kesên din beşdarî konsêrtê bûn.

Dîsa tişteke din jî kêmasiya organîzasyona konsêrtê bû. Ji ber ku hovk pir nizm bû, girseyê ew dorpêç kir û bû sedema dawîlêanîna konsêrtê. Dîsa ji ber ku konsêrtê seetekê bi derengî dest pê kir, beşdaran nerazîbûna xwe nîşan da.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]