 |
 |
17.01.2004 - 01:29

Rahêner Musa Şemas
|
Têkçunênên yanya Cîhad berdewam dikin
QAMIŞLO (amude.com) - Doh li bajarê sûrî Lazqiyê,
tîma Cîhad a gokê têkçunên xwe berdewam kir.
Cîhad di leystika li gel tîma Tişrîn de nikarîbû
ti golan bîne, lê di xuleya siyê ji dema windayî de,
Tişrîn golê serkeftinê li ser Cîhad derbas kir. Ev leystik
a pêşî bû, ku Cîhad li gel rahênerê xwe
yê nû Musa Şemas pêk anî.
Di peywendiyeke telefonî de li gel Malpera Amûdê,
leystikvanê Cîhad Silêmanê Yûsiv yekser piştî yariyê
da xuyanî kirin ku Cîhad yariyeke bi hêz li gel yanaya Tişrîn kir
û bi taybetî di beşê yekem de. Lê di beşê
leystikê yê duyem de, Cîhad bi paş ve vegeriya
û bergilî li xwe kir û hemî êrîşên yanaya Tişrîn
pûçel kirin. Lê di xuleya siyê ji dema windayî de,
Tişrîn golê serkeftinê li ser Cîhad derbas kir.
Hêjayî gotinê ye, ku ev yariya yekemîn bû, ku Cîhad li jêr birêvebiriya rahêner
Musa Şemas kir, piştî ku rahênerê bulxarî Bobof ji kar rawestiya
û Şemas cihê wî girt. Şemas gelek salan birêvebiriya yanaya Cîhad kiriye û encamên
baş bi dest ve anîne.
Encamên leystikên din ên zamdora goka sûrî bi vî rengî bûn:
Ceyş × Umeye 1×0, Wesbê × Hitîn 1×2, Huriyê × Fitiwê 0×1,
Ceblê × el-Wehdê 0×0 , Tişrîn × Cîhad 1×0, Yeqeze × Keramê 1×7 û
Itîhad × el-Mecid 0×0.
Rrêzên yaneyan jî bû bi vî rengî:
1. Tişrîn, 15 xal
2. Keramê, 13 xal
3. Itîhad, 13 xal
4. Wehdê, 13 xal
5. El-Mecid, 12 xal
6. Ceyş, 12 xal
7. Hitîn, 12 xal
8. Fitiwê, 11 xal
9. Umeye, 9 xal
10. Qerdaha, 9 xal
11. Huriyê, 9 xal
12. Ceblê, 7 xal
13. Wesbê, 6 xal
14. Yeqeze, 5 xal
15. Cîhad, 2 xal
Yariyên gera 9an dê roja duşema 19.01.04an bêne kirin:
Cîhad × Ceblê, Fitiwê × Ceyş, Umeye × Wesbê, Wehdê × Huriyê, Itîhad ×
Tişrîn, Keramê x el-Mecid, Qerdaha × Yeqeze.
|
 |
 |