www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.01.2004 - 02:44


Yanaya Cîhad a werzîşî
Cîhad bi sê golan têk çû

Dilêş - QAMIŞLO (amude.com) - Berî du rojan, yana Cîhad li ser axa xwe li bajarê Qamişlo û di nav cemawerên xwe de tûşî têkçûneka mezin a din hat, vê carê li ser destê yana el-Mecid a ku ji Sama paytext bûbû mêvan. Cîhad bi sê golan têk çû, bêyî ku bikaribe golekî jî bavêje.

Leystika Cîhad ne xirab bû, lê tiştekî eşkere ye, ku golkerên Cîhad tune ne, piştî ku Heysem Kiço sala borî çû rehmetê û Ebdilrezaq jî ji sala çûyî ve tûşî şikestinê hatiye. Ji ber vê yekê, eger Cîhad golkerekî zîrek ji xwe re peyda neke, daketina wê bo pila duyem dê misoger be.

Encamên leystikên din ên zamdora goka sûrî bi vî rengî bûn: el-Wehdê × Tişrîn 1×1, Itîhad × Yeqeze 4×0, Hitîn × Ceyş 1×1, Umeye × Huriyê 1×1, Fitiwê × Ceblê 2×1, Keramê × Qerdaha 3×0, Cîhad × el-Mecid 0×3.

Rrêzên yaneyan jî bû bi vî rengî:

1. Itîhad, 12 xal
2. el-Wehdê, 12 xal
3. Tişrîn, 12 xal
4. el-Mecid, 11 xal
5. Fitiwê, 11 xal
6. Keramê, 10 xal
7. Umeye, 9 xal
8. Ceyş, 9 xal
9. Qerdaha, 9 xal
10- Hitîn, 9 xal
11- Huriyê, 6 xal
12- Ceblê, 6 xal
13- Wesbê, 6 xal
14- Yeqeze, 5 xal
15- Cîhad, 2 xal



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]