 |
 |
19.01.2004 - 22:16

Tîma Cîhad ya gokê
|
Cîhad û Ceblê bê gol wekhev derketin
QAMIŞLO (amude.com) - Leystika ku îro li Qamişloyê di navbera
yanya Cîhad û ya Ceblê de pêk hat, wekhev bi dawî bû. Ne Cîhad û ne jî
Ceblê karîbûn serkeftinê bi dest ve bixin. Bi vê yekê, xaleyên Cîhad
dibin 3ê û ew her ya dawî di rêza yanayên zamdora goka li Sûryayê de dimîne.
Cîhad di leyistika xwe ya vê carê de gelek baş dileyist, lê golek jê kêm bû ku dilê cemawerên xwe xweş bike. Li gel vê yekê jî, cemawer hinkî razî ji leystigha Cîhad li Qamişloyê derketin, ji ber ku gelek delîveyên golkirinê ji leystikvanên Cîhad çûn û bi taybetî leystikvanê wê yê bulgarî Topolof, yê ku gelek gok avêtin gola Ceblê, lê golarê wê bi jêhatîbûna xwe ew gok an digirtin, an jî bi zorê ji golê derdixistin korneyê.
Rahênerê Cîhad ê nû Musa Şemas da xuyanî kirin, ku ew guhertinên ku wî di cihê leystikvanan de çêkirin, hiştin ku leystika Cîhad baş bibe. Herweha wî nebûna golkerekî di tîmê de kir sedema ku Cîhad ti go neanîn.
Encamên yariyên din jî bi vî awayî bûn:
Wehdê × Huriyê 3×0, Keramê × Mecid 2×1, Itîhad × Tişrîn 2×0,
Umeye × Wesbê 0×0, Qerdaha × Yeqezê 3×1, Fitiwê × Ceyş 1×0,
Cîhad × Ceblê 0×0.
Rêzên tîpan:
1. Keramê, 16xal
2. Wehdê, 16xal
3. Itîhad, 16xal
4. Tişrîn, 15xal
5. Fitwê, 14xal
6. Qerdaha, 12xal
7. Mecid, 12xal
8. Ceyş, 12xal
9. Hitîn, 12xal
10. Umeye, 10xal
11. Huriyê, 9 xal
12. Ceblê, 8xal
13. Wesbê, 7xal
14. Yeqeze, 5xal
15. Cîhad, 3xal
|
 |
 |