www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.01.2004 - 02:22


Li Qamişloyê 99 saliya Osman Sebrî hate bibîranîn


Osman Sebrî
Bavê Sozdar - QAMIŞLO (amude.com) - Di 05.01.2004an de, Partiya Yekîti ya Kurd li Sûryayê li Qamişloyê çalakiyek ji bo 99 saliya Osman Sebrî li dar xist. Komek ji rewşenbîr, hunermend û komên folklorê kurdî beşdarî vê çalakiyê bûn û xebat û jiyana Osman Sebrî bi bîr anîn.

Di destpêka çalakiyê de, sekretêrê Yekîtî Ebdilbaqî Yûsiv gotinek li ser jiyan û xebata Osman Sebrî pêşkêş kir û ji beşdaran xwest, ku bidin ser rêya Osman Sebrî û xebata wî bidomînin. Herweha ew li ser giringiya pêkanîna çalakiyên bibîranîna kesayetî û lehengên kurd rawestiya. Wî doz kir, ku divê ji niha ve dest bi amadekirinan ji bo pîrozkirina sedsaliya Sebrî di sala 2005an de bête kirin.

Komên folklorê kurdî Xelat, Mîdya, Narîn û Vulkan beşdarî vê çalakiyê bûn. Koma Mîdya şanoyeke ji bo zarokan pêşkêş kir. Piştre keçek ji endamên Koma Narîn helbestek bi navê koma xwe pêşkêşî beşdaran kir. Herweha gotinek bi navê Koma Xelat hate xwendin. Helbestvan û nivîskar Konê Reş jî li ser jiyan û xebata Osman Sebrî rawestiya. Pirtûkxaneya Çarçira ya li Qamişloyê jî gotarek pêşkêş kir (binere li jêr).

Hunermendên kurd Itîdal, Seed Ferso, Mistefa û Kamîran Hesarî û Selah Osê şev bi stran û awazên xwe xemilandin.

Di vê şevê de, endamên partiya Yekîtî Sedîq Şernexî û Şukrî Betîxe ji bo xebata wan hatin xelatkirin. Betîxe ji ber nexweşiya xwe ya ji ber işkencekirinê nikarîbû beşdarî şevê bibe.

Hêjayî gotinê ye, ku Osman Sebrî di roja 05.01.1905an de li gundê Narincê li Kurdistana Bakur ji dayik bû. Ew di 11.10.1993an de çû ser dilovaniya xwe.


Gotina Pirtûkxaneya Çarçira

Gelî heval û dost û birayên hêja:
Bi navê pirtûkxaneya Çarçira ya çanda kurdî, em beşdarî vê roja ha dibin, ji bo em hinek mafê vî lehengî bidinê, ji ber ku bi rastî ew di hemî qonaxa jiyana xwe de yek ji lehengên miletê me yê kurd li Sûrî bû, ta ku bûye areke her vêketî li pêşiya siyasetmedarên me, da ku tê de rihê serhildanê û welatperweriyê bibînin.
Ew jî yek ji rewşenbîr û ristevanên bi hişê miletê xwe dihûnin. Em dikarin bêjin ku piştî Celadet Bedirxan, ew di belavkirin û berhemên zimanê me yê şêrîn de tê, di wê dema zordariyê de, em kesên ku rûmetiyê ji rewşenbîr û ristevanê miletê me re çêdikin, gelek bilind dibînin. Bê guman ev dê ji gelek kesên ku vê riyê dişopînin re, bibe sedema bêhtir xebat û berxwedan, bi taybetî di vî perçeyê Kurdistana Sûrî de.

Heger em mafê wan - çi hindik çi gelek - di dîroka xwe de nedin wan, wê kî bide, di vê dema ku herkes li ser welatperwerî û rewşenbîriya xwe lêkolînên xwe dikin, da ber çavê xort û keçên miletê wan bimînin alên hildayî.

Gelî dost û amadekarên hêja,
Osman Sebrî ne yê kesî bû; ew yê tevaya miletê xwe bû, bi taybetî li Sûrî û li tevaya Kurdistanê. Em serê xwe ji ber tevaya karê wî heta roja mirinê nixûn dikin.

Hevalno:
bê guman em tev dizanin ku mamoste Osman Sebrî bi hêsanî ne giha vê bilindahiya han, lêbelê wî gelek nexweşî û zorî dîtin, ta ku karîbû bibe zimanê gelê xwe û bibe xebatkareke bo vî miletî û wî nameya welatparêziyê û azadiyê bi kar û xebata xwe nivsî û ji miletê wî û bi taybetî ji xortan tê xwestin, ku vê nameyê bigihînin serî.

Sipas.

Pirtûkxaneya Çarçira bo çanda kurdî
05.01.2004


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]