 |
 |
18.02.2004 - 02:33
Li Berlînê şehîdên Hewlêrê hatin
bibîranîn
Şêrwan Ebdilmecîd - BERLÎN (amude.com) - Şemiya borî,
civîneke bibîranînê ji bo şehîdên Hewlêrê
li paytexta Elmanyayê Berlîn bi beşdarbûna
nêzikî 100 kesan ji berpirsiyarên partiyên kurdistanî, kesayetiyên
kurd û iraqî û komele û saziyên kurdî pêk hat.
Bîranîn bi rawestana deqeyetkê li ser giyanê şehîdên Kurdistan
û Hewlerê û bi ledana sirûda neteweyî ya kurdî "Ey Reqîb" ji aliyê
hunermend Demoqrat Taha ve dest pê kir.
Di bernameya bibîîranînê de, gelek mesaj û axftin ji aliyê nûnerên
partiyan û herweha hin beşdaran ve hatin pêşkêşkirin.
Herweha ji bo xwendina navên şehîdan jî, her 10 nav ji aliyê kesekî ve,
ku li wir amade bû, hate xwendin û ji mumên ku li ser maseyekê hatibûn danîn,
ji bo her şehîdekî mumek hate pêxistin.
Çend helbestvanên kurd jî hebestên xwe xwendin û çend perçeyên muzîkê
jî hatin pêşkeşkirin.
Di civînê de, gelek aliyên kurd û iraqî piştgiriya ferderalîzmê ji bo
Kurdistanê û mafê çerenûs ji bo kurdan hate kirin. Herweha teror wekî
dijminekî hevbeş yê mirovayetiyê hate eşkerekirin.
Ji çapemeniya elmanî, televizyona RBB bibîranîn
tomar kir û di nûçeyên xwe yên yekşemê
de pêşkêş kir.
|
 |
 |