www.amude.com - navenda çanda kurdî


23.05.2004 - 02:42


"Biryara Yekîtiya Ewropayê li Diyarbekirê tê standin, ne li Stenbolê"


Angelîka Beer
BERLÎN (amude.com) - Seroka Partiya Keskan a Elmanî Angelîka Beer piştrast kir, ku eger Tirkiyê pirsa kurdî çareser neke, ew dê nekeve Yekîtiya Ewropayê (YE). Beer eşkere kir, ku çendîn ew bi guhertinên dawî yên li Tirkiyeyê kêfxweş be jî, lê ti konsêptên AKP bo çareserkirineke siyasî ji pirsa kurdî re tunene. Beer rexne kir, ku AKP ti program bo pêşxistinên di warên civakî û aborî de li bakurê Kurdistanê amade nekirine. Beer eşkere kir, ku "biryara rêya bo YE ne li Stenbolê, lê li Diyarbekirê tê standin."

Di hejmara xwe ya do de, rojnameya elmanî "Berlîner Zeitung" hevpeyvînek li gel seroka Partiya Keskan a Elmanî Angelîka Beer weşand. Di vê hevpeyvînê de, Beer diyar kir, ku di du mehên bê de, divê Tirkiyeyê li aliyekî Leyla Zana û sê siyasetvanên kurd ên din serbest berde, û li aliyekî din jê tê xwestin, ku prosesa qedexekirina DEHAP rawestîne. Beer got: "Eger ev herdu tişt pêk neyên, dê ji bo nêzîkbûna Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê ne tiştekî posîtîv be."

"Divê xaniyên kurdan li wan vegerînin"

Derbarî pirsa zimanê kurdî Angelîka Beer got, ku guhertinên di vî warî de têrê nakin. Wê eşkere kir, ku hîn jî mafên kulturî bêtir têne sansorkirin û nayên pejirandin. Beer got: "Programên televizyonê yên kurdî tenê demî ne û ji aliyê dezgehên hikumî ve têne kontrolkirin. Ev yek dûrî pejirandina realîteya kurdî ye."

Angelîka Beer berdewam kir û got, ku sîstema parêzerên gundan divê nemîne. Wê diyar kir, ku ta roja îroj hîn jî 60 hezar parêzerên gundan li bakurê Kurdistanê hene. Ew ji bo şerê li dijî PKK dihatin bikaranîn. Beer got: "Wan kurd sirgun kirin û malên wan ji xwe re birin. Ên sirgunkirî dê tenê bikaribin vegerin gundên xwe, eger çek ji parêzerên gundan bêne standin û xanî li xwediyên wan bêne vegerandin."

Dosteka kurdan Angelîka Beer yek ji herdu serokên Partiya Keskan a Elmanî ye. Ew dê meha bê bibe endama Parlamana Ewropayê.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]