www.amude.com - navenda çanda kurdî


10.02.2004 - 20:37


Bangek ji bo bibîranîn û pîrozkirina sedsaliya Osman Sebrî


Osman Sebrî
BERLÎN (amude.com) - Di bangekê de ji bo raya giştî, komek ji rewşenbîrên kurd li Berlînê dixwazin sala 2005an bikin sala Osman Sebrî û wî di vê salê de bi bîr bînin û pîroz bikin. Sala bê sedsal di ser jidayikbûna Osman Sebrî re derbas dibin.

Banga bîranîn û pîrozkirina sedsaliya Apo Osman Sebrî (1905-2005)

Tenê dimîne şopa kiran piştî nediyar bî
Qencî, xirabî têne gotin divê şiyar bî

Drust bilive da bi qencî bêyî salixdan
Bi dernekevî ji vê dinê bê nav û nîşan

Osman Sebrî, 22.12.1964



Rûpelên ronak û zêrîn di dîroka her gelekî da dibin mal û milkên neteweya wî gelî û dibin nimûneyên giranbûha li ser rêya jiyan û diwaroja wan. Ew dibin giyanê awaz û sirûd û raperîn û tevgerên neteweyî.
Bi bîranîna tiştên pîroz û hêja ji dîroka kevin û nuh mirov hebûna xwe diparêze û dewlemend dike.
Di dîroka gelê kurd da bûyer û navên mezin û pîroz gelek pir in. Yek ji wan navên mezin navê Apo Osman Sebrî ye, ku bûye rûpelek zêrîn di dîroka me ya nûjen da.
Apo Osman Sebrî têkoşer û ronakbîrekî bi gelê xwe bawer bû, serê xwe li ber dagirkirên Kurdistanê danexist û ew ji gelê xwe mezintir nedîtin. Di rojên teng da, di rojên mayîn û nemanê da wî lehengî nîşanda.
Bi vî awayî û bi xebata xwe ya bi dehsalan ji gelê xwe ra rê diyar kirin û şopên serbilindiyê li şûn xwe hîştin. Bi kar û xebat û nivîsarên xwe bû perwerdevanê ramana neteweyî. Apo Osman Sebrî roja 11.10.1993an çû ser heqiya xwe. Bi yada derbasbûna deh salan di ser vê rojê ra semînarek li Înstîtûta Kurdî li Berlînê pêk hat û pêşniyazek hate pêşkeşkirin, ku sala 2005an di nav neteweya kurd da bibe sala bîranîn û pîrozkirina sedsaliya Osman Sebrî yê nemir.

Bi vê bangê em hêvî dikin, ku hemû têkoşer, ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hemû sazî û rêxistinên me yên wêjeyî, siyasî, civakî, çandî û herweha televîzyon, rojname û kovar xwe bona beşdarbûna di vê pîrozkirinê da amade bikin.

Bi dayîna îmzeya xwe hûn jî piştgîriya vê bangê bikin.

Li gel silav û rêz

Rewşenbîrên kurd - Berlîn
Tel.: +49 (0)30 3926602 / 3212157; Faks: 3212157
E-Mail: kurdsyria@web.de


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]