 |
 |
07.07.2004 - 23:12
"Ocalan dev ji daxwazên kurdan ên neteweyî û siyasî
berdaye"

Ebdela Ocalan
|
DORTMUND (amude.com) - Hejmareke mezin ji rewşenbîr û siyasetvanên
bakurê Kurdistanê gihane hev û dixwazin xebateke hevbeş li dijî
projeya serokê PKKê yê berê Ebdela Ocalan a
bi navê "Komara Demoqratîk" bixebitin. Li gorî wan, Ocalan
û alîgerên wî bi vê konsêptê "dev
ji daxwazên kurdan ên neteweyî û siyasî berdane." Herweha
ew dibêjin, ku ev konsêpt "bîr û baweriya kemalîzmê
ya fermî, ya ku kurdan yekcar qebul nedikir, dipejirîne." Rewşenbîr
û siyasetvanên kurd li dijî ji nû ve destpêkirina şer
radiwestin û bangî herkesê ku "dijî vî şerî bê armanc in",
ku tevlî wan bibe, da ku ew li ser bernameyek hevbeş xebatê bikin.
Dora 80 rewşenbîr û siyasetvanên ji bakurê Kurdistanê,
ku piraniya wan li Elmanyayê dijîn, daxuyaniyek belav kirine û
tê de êrîşî siyaseta Ebdela Ocalan dikin. Ew di destpêka
daxuyaniya xwe de diyar dikin, ku bi girtina Ocalan di 16ê şibata
1999an de konsêpteke siyasî ya nû, ku Ocalan jê re "Komara Demokratîk"
digot, dest pê kir." Ew berdewam dikin û dibêjin, ku Ocalan
xwe wek "neteweperwerekî atatürkî" nîşan da û eşkere kir,
ku û têkoşîna kurdan a çekdarî
"şaş û xelet" bû. Piştî vê guhertina
Ocalanî ji siyaseta xwe re, gerîlayên PKK bi destura Ocalan "xwe
bi paş ve kişandin û çûn başûrê
Kurdistanê."
Rewşenbîr û siyasetvanên kurd, ku di nav wan de berpirs û endamên
rêxistinên siyasî û civakî yên bakurê Kurdistanê
de cî digirin, diyar dikin, ku "bi projeya "Komara Demokratîk" gelê kurd kete
bin manîpolasyoneke xurt" û "ji bo tevlîbûna wan di sîstema siyasî ya
tirakn de" xebat hate kirin û "PKK û komel û saziyên
din ên eşkere ji ortê hatein rakirin an ji nû ve hatin serastkirin."
Herweha ew dibêjin, ku li Tirkiyeyê "Dewleta Veşartî"
ji guhertinên li welat, ên ku ji bo endametiya Tirkiyeyê di
Yekîtiya Ewropayê de pêk hatine, "ne rehet e". Ji ber vê yekê,
wiha di daxuyaniyê de, ev "Dewleta Veşartî" dixwaze tevaya hêzê
bixe destê xwe û "destkevtiyên başûrê Kurdistanê
bişkîne".
Di destpêka meha borî de, Kongra Gel biryara berdewamkirina
şerê çekdarî da. Li gorô daxuyaniya rewşenbîr
û siyasetvanên kurd, daxwazên ku ji bo sedemên şerî hatine
destnîşankirin, "ne daxwazên gelê kurd ên neteweyî û siyasî ne." Ew di wê nerînê
de ne, ku ev şer ne şerê gelê kurd e û ti berjewendiya
kurdan di vê şerî de tune. "Ev şer nayê qebulkirin û yê ku dê di vî şerî de
bi ser keve, dewleta tirk e." Herweha ew eşkere dikin, ku ev berdewamkirina şer
dê başûrê Kurdistanê bixe xeterê û
"hencetan bide destê dewleta tirk, ku êrîşî Kurdistana Başûr bike."
Kesên ku li jêr daxuyaniyê imze kirine, di wê baweriyê de ne, ku
tirk dixwazin bi vî şerî rol û posîsyona Ocalan di nav Kongra
Gel de xurtir bikin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, rewşenbîr
û siyasetvanên kurd doza rawestandina şerî dikin. Herweha
ew dozê li dewleta tirk dike, ku "dev jê siyeseta nijadperest
berde" û demoqrasiyê pêk werîne, da ku gelê kurd bikaribe
"çarenusa xwe bigire destê xwe." Di heman demê de, ew ji Kongra Gel
dixwaze, ku dev ji "daxwazên marjînal-kulturî" berde û têkoşîna xwe ji
bo bidestxistina mafên miletê kurd ên neteweyî, siyasî û demokratî bike.
Rewşenbîr û siyasetvanên kurd, ên ku li jêr daxuyaniyê imze
kirine, ev in:
Mahmut KILINÇ, Nejdet BULDAN, Yilmaz ÇAMLIBEl, Ayhan ÇIFTÇI, Cuma YAKUT, Hüseyin TURHALLI,
Zekî ÖZTÜRK, Murat DAĞDELEN, Mehmet BAYRAK, Eskerê BOYIK, Ahmet ÇAMLIBEL, Munzur ÇEM,
Cemîl GÜNDOĞAN, Musa KAVAL, A.Haydar KOÇ, Seyidxan KURIJ, Siraç BILGIN, Rezan DIYAR,
Mehmet YAKUT, Murat ÜLGEN, PIRKEMAl, Şevda BERCILE, Fikret YILDIZ, Hadî BAGHISTANI,
Recep MARAŞLI, Arif BEYENCIR, Elîf ILBAY, Kenan Fani DOĞAN,
Zinar ÖZTÜRK, Kutbettin ÖZER, Abdullah KAYA, Yilmaz KAYA, Behram ALABAY, Suna GÜVEN,
Alî KARDAXOS, Serhat MERT, Selîm ÇÜRÜKKAYA, Baran HEMZE, Metîn AYYILDIZ,
Ikram OĞUZ, Ferman ÇÜRÜKKAYA, BEDÎL, Mustafa ALADAĞ, VeysÎ ÖZGÜR, Özcan SOYSAL,
Bubê ESER, Hüseyin KIZILOCAK, Kazim TEMURLENK, Nazif TELEK, Ümit KAYA, Necmeddîn ALP,
Serdar Fettah MUSTAFA, Xeyrî AKIN, Cafer DARICI, Brusk SOLDUK, Ali DÖNERTAŞ, Baran KARA,
Mustafa KISABACAK, Bervarto ŞAHÎN, Sait ÇÜRÜKKAYA, Mehmet ECE, Serpil ÎNANÇ,
Osman ÇINAR, Bekir ÜÇKEN, MALMISANIJ, Ali ALXASÎ, Dara CIBRAN,Fettah TÎMAR,
Veli ABBAS, Sema AYDIN, Zeynel Abidin HAN, M. Siddîk ÖLÇER, Yücel SÖNMEZ, Mustafa FILIZ,
M.Ali YILDIRIM
-------------------------------------
Bo têkiliyê û agahiyên berfirehtir*:
Faks: 0049 2027583479
E-mail: Yakutcuma@hotmail.com
---------------------------------------------------------------------
* Malpera Amûdê bi ti şêweyî ne berpirsiyarê
naveroka vê daxuyaniyê û xebata bi dû wê re ye.
|
 |
 |