www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.03.2004 - 00:42


Li Stockholmê civînek li ser qedexeyên li ser zimanê kurdî

STOCKHOLM (KK/amude.com) - Bi hilkefta 80ê saliya qedexekirina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê, sibe, demjimêr 13.00e, dê li Stockholmê civînek li ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî ziman û kultura kurdî pêk were. Ev civîn ji aliyê rojnamevanê kurd Kurdo Baksî tê amadekirin. Derbarî vê yekê, Baksî û çend rewşenbîrên swêdî daxuyaniyek amade kirine.

Daxuyanî û programa manîfestasyonê li jêrê ye.

BANGA JI BO AZADÎYA ZIMANÊ KURDÎ
KURDÎ 80 SAL BERÊ HAT QEDEXEKIRIN!


80 sal berê weke îroj, zimanê kurdî bi alfabeya xwe ya xweser ya 31 tîpî û bi nêzî 80 000 bêjeyên xwe ve li Tirkîyeyê resmî hat qedexekirin. Tevî heft pakêtên reformê yên havîna çûyî jî ev made hê jî di qanûna Trkîyeyê ya bingehî de mane.
Çend nimûneyên van madeyan li jêrê ne:

”Di bikaranîna azadîya hizrî û derbirînê de, tu zimanê ko qanûn wî qedexe dike, nikare bête bikaranîn.” (made:26)
”Tu weşan nikarin bi zimanê ko di qanûnê de qedexekirî ye, bêne derxistin (made:28).
Li Tirkîyeyê, di dibistan û unîversîteyan de, ji derveyî tirkî, tu ziman nikare wekî zimanê zikmakî bête fêrkirin” (made:42).

Ji ber van madeyan û rêzeqanûnên din yên ko di qanûna Tirkîyeyê ya cezayê de hene, gelê kurd li Tirkîyeyê ji van mafan jî bêpar hatiye hiştin ko di dibistanan de û di weşanên radyo û TVyê de zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne, bi zimanê xwe pirtûk û rojnameyan biweşîne û herweha bêyî tu şerhan navên xwe yên kurdî li xwe bike.

Raportorê YEyê di warê rewşa demokrasîyê û mafên mirovî li Tirkîyeyê de, rapora xwe ya dawîyê di Cotmehê de dide. Daxwaza Yekîtîya Ewrûpayê, ne ew e ko Tirkîye di qanûnên xwe de bi tenê guherandinên dekoratîv çêbike, lê belê ew dixwaze ko Tirkîye soza xwe ya hem li Brukselê dabû û hem jî ya di dema îmzekirina peymanên navneteweyî de dabû bi cîh bîne.

Tirkîye ji bo ko herî dereng heta Çileya Pêşîn ya 2004an, di derheqê endametîyê de tarîxeke dîyar werbigire, li korîdorên YEyê de zextên xurt dike. Di roja îroj de, Tirkîyeyê heq nekiriye ko bibe namzedwelatê YEyê û ew ji wê stewandinê bi gelekî dûr e ko karibe têkeve nav yekîtîyê. Kengî ko Tirkîyeyê ev reformên ha pêk anîn, hingê endamîya wê ya YEyê dikare aktuel bibe:

Bi zimanê kurdî axavtin û nivîsandin û bi awayekî din xwe bi kurdî îfade kirin
Destûr dayin kurdan ko bêyî tu şerhan, navên kurdî li xwe bikin
Navên deveran bi kurdî bi kar anîn

Bi kurdî ders dîtin û perwerde bûyin
Dezgehên perwerdeyê, dibistan û hwd bi zimanê kurdî bi rê ve birin
Bi kurdî weşandin an jî derxistina nivîsan
Bi kurdî çalakîya hinerî pêk anîn
Li Tirkîyeyê dest bi weşanên radyo û TVyê yên kurdî kirin
Bi armanca pêşdebirina çanda kurdî komele damezrandin
Ji bo paraztina mafên kurdan partîyên demokratîk damezrandin û beşdarî xebatên wan bûyin

Em yên ko vê bangê berîya manîfestoya ji bo zimanê kurdî (ku îroj saet di 13.00 de li ABF-husetê li Stockholmê pêk tê) îmze dikin, dixwazin ko Qanûna dewleta Tirkîyeyê ya Bingehî weha bête guhertin ko ev daxwaz bêne bicîhkirin.

Kurdo Baksi, nivîskar
Ana L Valdes
Birgitta Stenberg
Ana Martinez, nivîskar
Theodor Kallifatides, nivîskar
Arne Ruth, weşanger
Ljiljana Dufgran, seroka PENa Swêdê
Jonas Modig, serokê Komeleya Weşangerên Swêdê
Maria Modig, nivîskar û seroka Komîteya Nivîskarên Girtî
PENa Swêdê
Sven Volter, artîst
Mustafa Aydogan, nivîskar û wergêr
Jan Guillou, nivîskar
Astrid Assefa, şefa teyatroyê
Boel Unnerstad, serokê Yekîtîya Nivîskarên Swêdê

***

MANIFESTATION FÖR SPRÅKET ONS DEN 3 MARS 2004
(Prel. program)

Det kurdiska språket förbjöds officiellt den 3 mars 1924 i Ankara kl. 13.00.
FRIHET ÅT DET KURDISKA SPRÅKET kl. 13.00 den 3 mars 2 004 ABF-Huset

13.00 Kurdo Baksi introducerar programmet
13.05 Arne Ruth
13.10 Jonas Modig, ordförande i Svenska Förläggareföreningen
13.15. Vanja Lundby Wedin, ordf. i LO
13.20. Maria Wetterstand
13.30. Musik
13.40. Belinda Olsson, Debattchef(Aftonbladet)
13.45 Dikter
13.55 Lljana Dufgran, ordf. i Svenska Pen Klubben.
14.00 Göran greider, Claes Malmberg, Gösta Ekman
14.15 Avslutning med läsning av uppropet

Arr: Kurdo Baksi i samarbete med ABF-Stockholm


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]