www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.06.2004 - 15:45

Li Silêmaniyê jî balafirxaneyek tête avakirin

SILÊMANÎ (KK/amude.com) - Li nêzîkî Silêmaniyê karê ji bo avakirina avahiyeke ji caman dike biqede, ku qonaxa yekê ya avakirina balafirxaneke bazirganî ye û nêzîkî 40 milyon dolaran lê diçin. Kurd dixwazin li vî ciyê ku sala 1988an bingeha despêkirina operasyonên enfalan ên rêjîma Sedam li dijî wan bû, bikin ciyekî ku sermaye û bazirganên biyanî bikişîne cem xwe û deriyekê din yê cîhana derve li ser xwe vekin.

Li gor birêvebirê projektê, ev şirîta dadana balafiran sala 1985an ji bo anîna hêzên leşkerî yên dewletê, yên ku operasyonên enfalaan pêk anîn, hatibû avakirin û niha kurd dixwazin ji bo turîzim û bazirganiyê û çêkirina têkiliyan di nêvbera xwe û cîhanê de bi kar bînin.

Berpirsiyarên projektê dibêjin: "Balafirxaneya ku bi hevkariya desthilatdarên herêmî û kompanyaya AGS ya tirkî tête avakirin û nîvê endaziyar û karkerên wê kurd û nîvê din jî tirk in;, dê bikaribe rojane pêşwaziya çar balafiran ji Stenbol û Emanê bike û yekemîn balafira rêwiyan jî dê meha çileya sala 2005an dade balafirxaneyê."

Xuya ye li Hewlêrê jî bêtirî salekê ye, ku karê avakirina balafirxaneke navneteweyî berdewam e û niha jî her hefteyê du caran balafirên rêwiyan ku bi taybetî karmendên Neteweyên Yekbûyî û ajansên NGO tîne û dibe, lê dade û tê hêvîkirin di demeka nêzîk de li ber balafirivaniya sîvîl jî vebibe û bibe deriyeke hertim vekirî yê li ber penaberên kurdên li Ewropa û welatên din ên cîhanê, ji bo ku bikaribin bi hêsanî biçin welatê xwe û bên û ji teşqeleyên tirk, ereb û eceman xilas bibin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]