 |
 |
31.07.2004 - 20:00
Bahman Ghobadî û êşa jidayikkirina
sînemaya kurdî
Chris Kutschera
Li gel ku ew hertim dikene, Bahman Ghobadî ne mêrekî bextewer e.
Sedema nebexteweriya wî ew e, ku di welatekî de, ku devê
bazarvaniya wê hîn li hev dikeve, ew wekî derhênerekî filman
divê berpisiyariya tevaya prosêsa çêkirina filmî
hilgire ser milên xwe. Divê ew diravê peyda bike û
leystikvanan bineqîne û di heman demê de wekî
derhêner bixebite. Lê berî ku ew gavekê jî
bavêje, divê ew pirtûka filmî binivîsîne
û erêkirina dezgehên Îranê bo pêkanîna
filmî peyda bike. Ew rêberiya leystikvanan dike, ku piraniya
wan ne yên pispor in, û herweha belavkirina di filmî
de amade dike û bi rê ve dibe.
Di guftûgoyekê de li Festîvala Filmên
Kurdî li Douarnenez li rojavayî Fransayê, Bahman Ghodabî
gazinan dike û dibêje: "Ev tişt hemû 95% ji dema min
dixwin. Ev serêşeke mezin e. Tenê 5% bo afirandinê ji min
re dimînin." Nêvî bi henekan, ew dibêje:
"Hercara ku ez dest bi filmekî nû dikim,
ewqas problêmên min çêdibin, ku piştî
qedandina beşê yekem ez daxwaz- û qewîtînameya
xwe ya dawî careke din dinivîsînim".
Herweha sedemeke din nahêle ku Bahman Ghobadî bextewer be:
Ew kurd e.
Ew dibêje: "Demeke bexteweriyê li cem kurdan peyda nabe;
grêkek di qirka wan de heye. Ew dixwazin biqîrin, lê nikarin.
Dîroka wan dîrokeke koçberiyê ye; dîrokeke
miletekî ye, ku tim di livandinê de ye. Di vê yekê de,
tiştekî wan û sînemayê, ku hunera
livandinê ye, dişibin hev".
Bahman Ghobadîdi 1968an de li Baneh, bajarekî piçûk li
Kurdistana Îranê, ji dayik bû. Bavê wî yê
polîs mînaka wî tiştî bû,
ku di wan rojan de "control freak" jê re dihate gotin. Wî tim ji kurê
xwe dixwest, ku livên wî şirove bike û herweha dixwest
ku bizanibe, bê ew diçû kû û çi dikir.
Baneh çend caran di şerê Iraq-Îranê
(1980-1988) de hate bombekirin. Ji ber vê yekê, malbatê
di 1983an de koçberî Sanandaja paytexta herêmê bû.
Bi piştgiriya bavê wî, yê ku hêvî dikir
ku ew dê nehêle ku ew mîna gelek ji ciwanên
Sanandaj bibe bikarhênerê dermanên bencê (muxedîrat),
Bahmanê 15 salî bû qehremanekî werzişa
pevçûnê. Di wê demê de, dostaniyeke wî
bi wênekêşekî re çêbû, ku xwedî
studyoyeke nêzîkî salona werzişa
pevçûnê bû. "Hercara ku ez diçûm
salona werzişa pevçûnê, ez nîv seetekê
zûtir ji malê derdiketim, da ku biçim cem hevalê
xwe yê wênekêş. Rojekê me biryar da, ku
em bi hevre biçin wêneyê sirûştê bikşînin.
Dema wêneyên me hatin amadekirin, wî ji min re got, ku
wî bawer dikir, ku min tiştekî ecêb kiribû.
Bi vê serketinê di pişta min de, min dest pê
kir ku xwe mijûlî pirtûkên wêneyan bikim.
Wilo min dest pê kir; bingeha sînemayê jî
yan wênekêşî yan jî nîgarkêşî
ye".
Bahmanê ciwan dest pê kiribû, ku li filman temaşe bike; wî
gelek caran filmên vîdyo kirê dikir û bi alîkariya dilovan
a diya xwe, ya ku çend caran ji mêrê xwe re digot, ku kurê
wan xew kiribû, lê di rastiyê de wî li filman
temaşe dikir, li wan dinerî. Bavekî zordar, diyek
û xuşkine dilovan, ev çîroka xortaniya Bahmanî
ye; çîrokeke ku ew dixwaze di filmê xwe
yê bê de bêje, filmek ku tim ji ber bûyerine
bileztir di jiyana wî ya xebatê de dihate bipaşxistin.
Piştî beşdarbûna di yaneyeke hezkerên
sînemayê de, Bahman Ghobadî biryar stand, ku
sînemayê bixwîne û berê xwe da Tehranê û li
wê derê 8 salên zor di fakulteya sînemayê
de derbas kirin.
Serketina wî ya mezin ya pêşî pêk hat,
dema ku wî karîbû derhênerê navdar Ebas
Kiarostamî qayil bike, ku bi wî re bixebite. Ew agahdar bû, ku
Kiarostamî dixwest filmekî li ser gundekî ecêb
çêke û li ciyekî bikêrhatî digeriya.
Bahman Ghobadî bi Ebas Kiarostamî re axivî û
û jê re got, ku ew dikare alîkariya wî bike.
Ew bi hev re çûn Kurdistana Îranê û Bahman
Ghobadî bû alîkerê Kiarostamî bo
filmê wî "Ba". Ji bo Bahmanî ew tecrubeya jiyana wî
bû. Wî dest pê kir, ku li ser destê durust
ê pisporekî çêkirina filman fêr bibe,
bê çawa mirov derhêneriya filmekî dike.
Piştre, ew rastî Musin Mexmelbav, bavê hevala xwe û
stêrka serketî ya sînemaya îranî Samîra
Mexmelbavî, hat. Bahman wekî şêwerdarê teknîkî
yê Samîrayê hate hilbijartin û piştre bû yek
ji du leystikvanê sereke - yek ji mamosteyan - di filmê
Samîra Mexmelbavî "Textên Reş" de.
Bahman Ghobadî ji xwe razî bû. Ew bi ser ket, ku wî
du derhênerên îranî yên navdar birin
Kurdistanê: "Kurdistan bû welatê derhênerên
filmên hunerî. Em kurd amade ne, ku tenê mesrufa
zêde bin", Bahman Ghobadî dikene û dibêje.
Filmê wî yê destpêkê "Demek
Bo Hespên Serxweş" wekî xebata hosteyekî
tê dîtin. Vî filmî xelata kamîreya zêrîn
a Festîvala Cannes di sala 2000î de wergirt. Ew çîroka
ciwanekî kurd dibêje, ku di navbera sînorê Îran
û Iraqê de jiyaneke qaçaxçiyan dijî, ku
jiyana xwe dixin xeterê. Di dawiya filmî de, qaçaxçiyên
ku di bahozeke berfeke cemidî de xwe bo derbaskirina çiyayan amade
dikin, wîskî dixin nav ava ku hespên wan vedixwin; wêneyeke
ne normal bo filmekî li Îranê. Bahman Ghobadî dibêje, dema
ew çû cem berpirsê îranî bo erêkirina
çêkirin û belavkirina filman, wî ew bo
pêşkêşkirina hespên serxweş şermezar kir.
"Min bi henekî jê re got, ku hesp serxweş in, ne mêr;
rabû wî erêkirin da min"...
Filmê wî yê duyem "Stranên Welatê Diya Min"
jî bi şêweyekî erênî
ji aliyê rexnevanan ve hate pêşwazîkirin. Ew çîroka
stranbêjekî kal û du kurên wî di lêgerîna
jina kalî ya pêşî de dibêje; lêgerînek ku
wan di Kurdistana Iraqê re dibe, ku ji aliyê
şer û koçberiyê ve hatiye xerab kirin.
Bahman Ghobadî şirove dike
û dibêje: "Ev ne çîrokeke xwedî xêzeke bitenê
ye mîna filmê pêşî. Ev filmek gerê ye di welatekî
de, ku serxweşî, kêf, şer, kujer,... lê peyda
dibin. Min dixwest eşkere bikim, ku kurdek jî di ciyê
xwe de namîne; kurd tim di livandinekê de ne". Hersî leystikvanên
bingehîn ên vî filmî ne
leystikvanin pispor in, lê muzîkvanên pispor in. Di vî
filmî de, muzîk û stran gelekî giring in, û
temaşevanê ku kurdî fêm nake, eşkere beşekî
giring ji filmî winda dike.
Dîsa, mîna di "Demek Bo Hespên Serxweş" de, karakter
sînoran derbas dikin - di filmên Bahman Ghobadî
de mijareke tim amade. "Ionesco nivîsandibû, ku dem
dijminê mirovî yê herî pîs e.
Bo min, dijminên mirovî yên herî pîs
sînor in. Ew ji aliyê Hêzên Bilind ve
li ser kurdan hatin ferzkirin. Ez nefretê li sînoran dikim.
Li Kurdistanê rojek derbas nabe, bêyî ku
bombeke mînkirî ( di bin erdê de veşartî)
bi kesekî ve biteqe, dema ew hewl dide, ku
sînorekî derbas bike.
Hin rexnevan dibêjin, ku di "Stranên Welatên Diya Min" de
Bahman Ghobadî dihêle ku leystikvanên wî
yên bingehîn bi şêweyekî
zêdî ku pêwîst be mîna
leystikvanên Kusturica bilîzin.
Lê piraniya temaşevanên li
Douarnenez ji filmî hez kir.
Bahman Ghobadî şirove dike, ku ew rastî problêmine
teknîkî yên mezin hat. "Min dixwest filmî di
rewşeke hewayê ya taybetî de çêkim:
Min di heman demê de berf û mij dixwest. Me berf bi dest
xist, lê ne ewqas gelek wek di salên berê de,
û ew zû dihiliya berî ku em dawiyê li
xebata xwe bînin. Em bi tevaya tişt û karkerên
xwe, ku dora 600 kes bûn, di 30 otobûsan de
çûn ciyekî din. Li wê derê, me berf
bi dest xist, lê ewir tunebûn. Dawî me filmê xwe
di du seetan de li herêma Hawraman bi dawî anî".
Ji ber ku ew li Îranê dijî, lê naxwaze
ku li wir bimîne, Bahman Ghobadî rastî problêmine din tê.
Ew ji siyasetvanan hez nake. Xewna wî ya ku ew diyar dike, ew e, ku
"sînemayeke kurdî ya rast" biafirîne.
"Sînemaya kurdî mîna jineke avis e", ew encam dide,
"divê mirov alîkariya wê bike ku bizê...
Mirov nikare bihêle ku bimire. Tu nikarî bînî
ber çavên xwe bê ez xwe çawa hest dikim.
Ji bo deh milyon kesan li Kurdistana Îranê
tenê çar an pênc sînema peyda dibin. Û
ez dixwazim bi baştirînên cîhanê re
li ser heman rêzê bim."
Wergera ji ingilîzî: Sîrwan Hecî Berko >> sirwan@amude.com
------------------------------------------------------------------
Ev nivîsar di "The Middle East Magazine" de, çiriya paşîn 2003, hatiye
weşandin. Wergêr ew ji malpera nivîskêr wergirtiye:
www.chris-kutschera.com/A/bahman_ghobadi.htm.
|
 |
 |