 |
 |
27.05.2004 - 13:58
Sîrwanê Hecî Berko
dixwaze li dijî Fuad Akpînar dozekê bo
"belavkirina derew û gefxwarinan" veke
 
Sîrwanê Hecî Berko & Fuad Akpînar
|
DORTMUND (amude.com) - Di nivîseke xwe ya li jêr
navê "Malpera Amûdê li pey çi ye?" de, mirovekî
bi navê Fuad Akpînar (Sîpan) êrîşî
Malpera Amûdê û berpirsê wê Sîrwanê Hecî Berko
dike. Li gorî Akpînar, Sîrwanê Hecî Berko
"muxbirçiyê PKKê" ye û ji bo avêtina nûçeyeke
derbarî Şivan Perwer ji malperê pere ji hin kesan xwestiye.
Akpînar diyar nake bê ev kes kî ne. Herweha Akpînar
gefan li Hecî Berko dixwe û wî tehdîd dike, ku
"zimanê wî dê bê kinkirin." Sîrwanê Hecî Berko
eşkere kir, ku wî di nameyekê de bo
Fuad Akpînar derfet daye wî, ku di nivîsekê de
"bêbextî û derewên" li dijî wî
serast bike û lêborînê bixwaze. Hecî
Berko got: "Eger ew vê yekê neke, ez dê li
cem polîsên elman dozê li dijî Fuad Akpînar
bo gefxwarin û belavkirina derewan li dijî min vekim."
Di 25ê vê mehê de, Fuad Akpînar
di rêya emailan re nivîsa xwe ya li jêr
navê "Malpera Amûdê li pey çi ye?"
belav kir. Wî ev nivîs ji gelek kes, dezgeh
û malperên kurdî re şandiye. Malpera
rizgarî.org ev nivîsa wî îroj belav kiriye.
Di wê nivîsa xwe de, Fuad Akpînar
dibêje, ku Sîrwanê Hecî Berko ji PKKê
re kar dike. Herweha wî nivîsandiye, ku hin kesan telefonî
Hecî Berko kirine û jê xwestine ku nûçeya
derbarî Şivan Perwer ji Malpera Amûdê bavêje
û wî gotiyê "ger hûn bixwezin, dikarin bi peran van
gotinan ji malperê derxînin". Herweha Akpînar nivîsandiye,
ger "Sîrwan Hecî Berko bi qasî bejn û bala xwe neaxive
û zimandirêjiyê bike û berdewam bike û heriyê bavêje
heyiyên Kurdistanê, dê zimanê wî bêye kinkirin."
Fuad Akpînar kurdekî bakurê
Kurdistanê ye. Ew li Elmanyayê dijî û hemwelatiyê
vî welatî ye. Nivîsên wî di hin
malperên kurdî de têne weşandin. Herweha
ew endamê Navenda PENa Kurd e.
Sîrwanê Hecî Berko ragihand Malpera Amûdê,
ku wî îroj nameyek ji Fuad Akpînar re şand û
tê de ji wî xwestiye, ku nivîsekê biweşîne
û tê de "hemû bêbextî, derew û gefxwarinên
li dijî wî" serast bike û lêborînê jê bixwaze.
Hecî Berko got: "Min ji Akpînar xwest, ku ew nivîsekê
bi wî şêweyî belav bike, wek ku wî nivîsa li
dijî Malpera Amûdê û min belav kiriye. Eger ew
vê yekê neke, ez mecbur dibim ku li cem polîsan giliyê
Akpînar bikim." Sîrwanê Hecî Berko
eşkere kir, ku wî têkilî bi
polîsan re çêkiriye û ew li hêviya
vekirina dozekê li dijî Akpînar in.
Herweha Sîrwanê Hecî Berko malpera rizgarî.org agahdar
kiriye, ku bi weşandina wê nivîsê ew dibin hevkarê
Fuad Akpînar "di belavkirina derew û bêbextiyan û herweha
gefxwarinan de". Wî ragihand, ku eger rizgarî.org wê
nivîsê ji malpera xwe navêje û lêborînê nexwaze,
ew dê navê wê jî wek hevkarê Akpînar
bide polîsan. Li ser vê yekê Sîrwanê Hecî Berko
got: "Ez bawer im, malpera rizgarî.org ew nivîsa Akpînarî
nexwendiye. Eger berpirsên wê ew xwendibin, teqez wan
ew nediwşand. Lê wan weşandiye û min jî
ew agahdar kirin û derfet da wan, ku şaşitiya xwe serast bikin.
Malperên ku wê nivîsa Akpînar biweşînin, divê
bizanibin ku ew bi vê yekê gunehkariyekê dikin."
|
 |
 |