www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.03.2004 - 10:03

Li Qamişloyê 25 saliya koçkirina Barzanî hate bibîranîn



Dilêş - QAMIŞLO (amude.com) - Doh Qamişloyê, 25 saliya koçkirina Mele Mistefayê Barzanî hate bibîranîn. Ev bibîranîn ji aliyê herdu şaxên Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûryayê (el-Partî) ve hatibû amadekirin. Hejmareke mezin ji gelê herêmê û herweha nûnerê nivîsgeha PDK-Iraq a li Qamişloyê beşdarî vê çalakiyê bûn.

Di vê çalakiya bibîranînê de, sekretêrê el-Partî Nesredîn Ibrahîm gotina partiya xwe xwend û tê de bi berfirehî li ser dîroka Barzanî û rola wî ji bo gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê rawestiya. Herweha Ibrahîm got, ku ew hêvî dike, ku ev bibîranîn bibe palder ji bo yekîtiya partiyê û bizava kurdî li Sûryayê.

Piştre, endamê polîtbîroya el-Partî Ebdilrehman Alucî gotinek pêşkêş kir.

Komek ji helbestvan û stranbêj jî beşdarî vê çalakiyê bûn û berhemên xwe pêşkêş kirin. Hin ji wan ev bûn: Dildarê Mîdî, Mehmûd Sebrî, Ferhad Içmo, Yusivê Berazî (Bêbuhar), Siyamend Ibrahîm, Nafi' Beyro, Sebrî Fexrî, Bavê Şewqî, Hêvîn, Berzan û Azad Dîlanî.

Herweha komên folklorê Narîn, Xebat û Şanîdar bi dîlan û berhemên xwe yên folklorî beşdar bûn.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]