www.amude.com - navenda çanda kurdî


30.09.2003 - 11:18

Pêşangeha 'Xabûr' a Zubêr Yûsif li Elmanyayê

WUPPERTAL (amude.com) - Hunermendê kurd Zubêr Yûsif dê ji 06-27.10an tablo û peykerên xwe di pêşangehekê bi navê 'Xabûr' de li pirtûkxaneya Barmen a bajarê elmanî Wuppertal pêşkêş ke.

Zubêr Yûsif kurdekî Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ye. Ew di sala 1968ê de li gundê Xirbzirgan nêzîkî bajarê Hisiça ji dayik bûye. Di 1990î de, Yûsif xwendina xwe di fakulteya Hunera Spehî (beşê peykeriyê) de li Zanîngeha Şamê bi dawî aniye. Ew ji dawiya 1999ê de li Elmanyayê dijî.

Roj û demên vekirina pirtûkxaneya Barmen

Stadttteilbibliothek Barmen
Geschwister-Scholl-Platz
42275 Wuppertal

tel.: (0202) 563-61 95, faks: (0202) 563-80 11

Duşem û pêncşem: 11-19
sêşem û în 11-17
şemî: 10-13


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]