www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

30.01.2003 - 02:10

"University of Dihok" - Pirtûka zanîngeha Dihokê derket

Hekar Findî - Dihok

DIHOK (amude.com) - Berî çend rojan, li Kurdistanê pirtûka "University of Dihok" belav bû. Ev pirtûk wek rêberek an ketelokek li ser zanîngeha Dihokê tê nîşandan.

Di despêkê pirtûkê de û piştî pêşgotin û bixêrhatinê, Parêzgeha Dihokê û cihên wê yên giring û şaristanî bi dûr û dirêjî tê behs kirin û nîşandan.
Herwiha di pirtûkê de behsa zankoyê bixwe ji roja damezirandina wê ta niha tê kirin. Ji bilî van, pirtûkê rêkftinên zanîngeha Dihokê digel zanîngehên cîhanî jî nîşan dide û ciwaniya xwendinê li zanîngeha navbirî dide xuya kirin û beşên wê yên cuda dide nasîn û. Herwiha pirojeyên zanîngehê yên paşerojê û pilanên wê bo pêşvebirin uû pêşxistina rewaşa xwendine li zanîngehê diyar dike.

Ev pirtûk bi zimanê ingilîzî ye û ji berhevkirina xanim Sewsen El-Helebî ye. Ew bi 102 berperên renga-reng û bergek qeşeng û hêja li çapxaneya Wezareta Perwerdê li Hewlêrê çap bûye.

Hêja yî gotinê ye ku berî niha jî çend ketelok û rêberên bi vî rengî derketine. Lê ne wek vê bi berfirehî zanîngeh dida nasîn. Ev ketelok gelkî hêja ye ji bo wî kesê ku bixwaze hertiştî li ser zanîngeha Dihokê bizanibe .
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]