 |
 |
19.07.2003 - 01:03
Kula Cezîrê bi elmanî derket
 
Yûnis Bahram (wêne: S.H.Berko)
|
DRESDEN (amude.com) - Ji nav weşanên Hille li bajarê elmanî
Dresden, pirtûkeke din a nivîskarê kurd Yûnis Bahram
bi zimanê elmanî derket. Navê pirtûkê "Der
Kummer von Aljazira" (Kula Cezîrê) ye û ji 162 rûpelan pêk
tê.
Pirtûka "Der Kummer von Aljazira" ji 25 kurtecîrok û 4 helbestên siyasî
li ser rewşa Kurdên Binxetê ji qedexekirina navan ta bi
"Kembera Erebî" û Rewşa Awarte û pêk tê. Li gor agahiyên nivîskar,
çîrokên wî bi xwe hemû bûyer û serpêhatiyên rastî ne.
Nivîskar Bahram pirtûka xwe "Kula Cezîrê"
ji kurdî wergerandiye zimanê elmanî.
Pirtûka bi zimanê kurdî hîn çap nebûye.
Yûnis Bahram di sala 1967an li gundê Xerbî li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê ji dayik bûye. Ew sala 1986an çû DDR ji bo xwendinê.
Niha ew wek wergêr kar dike û di ber re jî karê nivîsandinê dike.
Ji bilî "Kula Cezîrê", ta niha ev pirtûkên Bahram bi zimanê elmanî
derketine: Ciwan erzählt, Märchen aus Kurdistan, Flug meiner Sehnsucht,
Am Ormiyasee.
Hemû pirtûkên Bahram dikarin ji weşanxaneyê bêne xwestin:
hille@hille1880.de
|
 |
 |