02.03.2003 - 23:10
Bêdeng nemînin!
HANNOVER (amude.com) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-li Elmaniyayê û
Navenda Rewşenbîriya Kurd li Bajarê Hannover li Elmaniyayê îro di
bangewaziyekê de piştgiriya biryara Perlemana Başûrê Kurdistanê û biryara
hêzên berhingarên Iraqê (oposîsiyon) dikin û bangewaziyê li hemî gelê kurd
û hemî aştîxwaz, nivîskar, hezmirov ji kurd û bilî Kurdan dikin, ku dengê xwe bilind bikin û
bêdeng nemînin. Ev nivîsa bangewaiyê ye:
Bangewazî
Welatê me Kurdistan, cihekî wê ciyopolîtîkî giring heye.
Parçê Başûr piştî raperîna sal 1991ê ya pîroz şiyaye, di gel zor û astengan,
xaka azadkirî bi rêk û pêk bi rê ve bibe. Azadî û demoqrasiya herêma Kurdistan dikare bibe nimûne, eger ji hêla welatên derdorê û yên xêrnexwaz asteng bo wan peyda nebin. Ev serbore dikariye civata kurd li başûrê welêt demoqratîze bike. Di vê rewşa nazik û hesas de, amadebûna şer ya li dijî Sedam û rêjîma wî ya diktator û xwîn mij dibe, Dewleta Turkî ya ku parçê bakur ji welatê me dagîr kiriye û kurdan wek netewe nas nakê, dixwazê şert û mercên xwe li Emerîka ferz bike, da bikevê başûrê welatê me, ew parçê ku xelkê kurd û kêmneteweyên din bi tenahî tê de dijîn, û vî parçeyî jî dagîr bike û xewnên xwe yên di pişt şerê cîhana yekê ji dest çûyî, pêk bîne.
Îroj ji hemî rojan giringtir e, ku kurd destê xwe bidin hev û kur û kêmasiyên xwe bidin layekî din.
Îroj, erkê her kurdekî ye, li kû bibe bila bibe, çi reng û deng be bila bibe, parastina vê serbora pîroz û biserkeftî ya başûrê welatê me Kurdistan e.
Vêca, em, wek Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-li Elmaniya û Navenda Rewşenbîriya Kurd
li Bajarê Hannover li Elmaniya piştgiriya biryara Perlemana başûrê Kurdistanê û biryara
hêzên berhingarên Iraqê (oposîsiyon) dikin û bangewaziyê li hemî gelê xwe
û hemî aştîxwaz, nivîskar, hezmirov ji kurd û bilî Kurdan dikin, ku dengê xwe bilind bikin,
bêdeng nemînin.
Em, her maytêkirin û destwerdanek di serbora gelê de li başûrê Kurdistanê ji layê
her aliyekî herêmî ve gunhbar dikin .
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Rojava-li Elmaniya
Navenda Rewşenbîriya Kurd li Bajarê Hannover li Elmaniya
Hannover/ Elmaniya, 01.03.2003
|
|