 |
 |
07.01.2004 - 16:55
Li Dihokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê dest
bi çalakiyên xwe yên çandî kir
 Semînara nivîskar Muhsin Osman li Dihokê
|
DIHOK (amude.com) – Bi semînareke li gel nivîskar Muhsin Osman,
rêxistina Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê
pêncşema borî dest bi çalakiyên xwe yên çandî
di sala nû de kir. Osman li ser têkstê û şêweyên
wê û herweha nerînên pisporên biyanî derbarî
têkstê rawestiya.
Nivîskar Muhsin Osman yek ji birêvebirên kovara Havîbûnê ye,
ya ku li Elmanyayê tê weşandin. Meha borî, ew ji bo serdanekê
çû Başûrê Kurdistanê. Di semînara wî de,
nivîskarên kurd Fadil Umer, Ebdellah Nurî, Hesen Silêvanî,
Hezervan, Selam Balayî, Celal Mistefa û Tehsîn Nafişkî
amade bûn.
Semînara duyem a Yekîtiya Nivîskaran dê sibe be. Nivîskar
Bavê Nazê dê li ser tecrubeya xwe ya di nivîsandina
çîrok û romanê de biaxife.
Hêjayî gotinê ye, ku Bavê Nazê niha li Dihokê dijî
û di fakulteya wêjeyê ya
zanîngeha Dihokê de weke mamoste dixebite.
|
 |
 |