www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

16.12.2002 - 20:53

Endamên komîteya Yekîtî ya siyasî li Sûriyê hatin girtin

Merwan Osman
ŞAM (amude.com) - Li gor agahiyên rêxistina derve ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê", Merwan Osman û Hesen Salih - du endamên komîteya siyasî ya partiyê - li Şama paytext ji aliyê polîsên Sûriyê ve hatin girtin.

Doh, 15.12an, demjimêr 11ê beyanî, Merwan Osman û Hesen Salih çûn cem polîsan -li ser daxwaza van- û di cih de bi fermana cigirê wezîrê navxweyî hatin girtin. Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyeyê di daxuyaniyekê de de daxwaza berdana endamên xwe ji zindanên Sûriyê dike û peydakirina çareyeke demokratî ji bo pirsa kurd li Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye ku roja 10.12an dora 200 Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê li Şamê protesto kirin. Ev çalakiya protestoyê ya ku yekemîn çalakî bi vî awayî bû ku ji sala 1984an li Sûriyê pêk tê, ji alî Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê hatibû organîze kirin. Merwan Osman û Hesen Salih derbasî cem serokê perlemanê bibûn û namyek bi daxwazên partiya xwe bi dest xistibûn.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]