15.12.2002 - 23:16
Xwepêşandaneke Kurdan li Londonê
"Big Ben" li London
|
LONDON (amude.com) - Di daxuyanikê de ku ji malpera Amûdê
re hate şandin, komîteya rêxistina Ewropa ya "Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê"
bangî "hemû hêzên kurd û welatparêz û raya giştî ya navnetewî"
dike ku sibe, duşema 16.12an, demjimêr 11ê beyanî, bi helkeftina seredana serokê Sûriyê Beşar
El-Esed li pêşiya
"Big Ben" û perlemana Ingiltirayê li Londona paytext
xwepêşandanekê li dar bixin.
"Armanca komcivînê ew e ku desthilata Sûrî
çareseriyekê bo pirsgirêka kurd bibîne û nasnameya netewî ya kurd bipejirîne
û herwiha kiryar û siyasetên xwe yên nijadperest dijî Kurdan rawestîne",
Yekîtî di daxuyaniya xwe de dibêje.
|
|