www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

12.12.2002

Xizmên endamên Partiya YEKÎTÎ hatin binçav kirin

STOCKHOLM (amude.com) - Li gor daxuyaniyeke Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê (Peyvdarê derveyî) çend xizmên endamên vê partiyê li Sûriyê hatin binçav kirin. Sedemê van binçavkirinan çalakiya protestoyê ye ya ku berî du rojan li pêşiya perlemana Sûriyê pêk hat.

Di daxuyaniya ku ji malpera Amûdê re hat, hatiye nivîsandin ku "istixbaratên dewleta Sûriyê hin xizmên endamên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê çend seetan xistin bin çavan, çêrî wan kirin, keft û zirt li wan dan û pirsa cih û pilanên mirovên wan ji wan kirin." Siyamend Salih, kurê Hesen Salih, û Mihemmed Osman, birayê Merwan Osman, 2 kes ji nav wan kesan bûn ên ku hatin binçav kirin. Hesen Salih û Merwan Salih nûnerên partiya Yekîtî ne yên ku roja 10ê vê mehê derbasî cem serokê perlemana Sûriyê bibûn û nameyek bi daxwazên partiya xwe bi destê wî xistin.

Hêjayî gotinê ye ku berî du rojan dora 200 Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê li Şamê protesto kirin. Ev çalakiya protestoyê ya ku yekemîn çalakî bi vî awayî bû ku ji sala 1984an li Sûriyê pêk tê, ji alî Paritya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê hatibû organîze kirin.

- Kurd li pêşiya perlemana Sûriyê protesto dikin (amude.com - 10.12.2002)
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]