www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.06.2003 - 20:13

Partiya Yekîtî salvegera tevgera kurdî cejn kir - Partiyên din aciz bûn

HANNOVER (amude.com) - Şemiya borî, rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê li bajarê elmanî Hannover bi boneya bîranîna 46 saliya tevgera azadîxwaza gelê kurd li Sûryayê û têperbûna 10 salan di ser damezirandina partiya xwe, ahengek li dar xist. Lê hin partiyên kurdî yên Binxetê nerazîbûna xwe li hemberî vê çalakiyê diyar kirin û beşdarî şevê nebûn.

Aheng bi rawestandina kêlîkeke bêdeng li ser giyana pakrewanên Kurdistanê û xwendina sirûda netewî "Ey Reqîb" dest pê kir. Piştre endamekî ji komîteya rêxistina Ewropayê ya Yekîtî gotareke berfireh li ser bizava gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û rola gelê kurd di rizgarkirina Sûryayê de ji Firansayê diyar kir. Harweha wî hemî zordestiyên, ku li ser Kurdan bûne û hîn jî dibin, di ber çavan re derbas kir û daxwaz ji hikûmeta Sûryayê kir, ku ew dîsan li siyaseta xwe vegere û dîroka gelê kurd bi çavên zanistî bixwîne. Li ser vê yekê wî got: "Mafxwarin û bindestî pirsgirêk in, lê çareserkirin û mafdayîn tenê derman e."

Endamê jorîn li ser tevgera kurdî rawestiya û eşkere kir, ku pêwîstiya tevgerê bi berdewamiya xebatên jîrtir û pirtir heye.

Li dawiyê, wî azadî ji hemî girtiyên rêzanî li Sûryayê, wek Arif Delîle û pir hevalên mîna wî yên demokratîxwaz, û ji hemî girtiyên Kurdan re wek Ibrahîm Nesan, Hesen Salih, Merwan Osman, Ehmed Qasim û yên mayîn xwest.

Piştî wê, endamê komîteya navbendî û berpirsiyarê rêxistina Ewropayê nameya pîrozbahiyê ya komîteya rêzanî ya "Yekîtî" xwend û weha got: "Bê goman, jidayikbûna yekemîn rêxstina rêzanî ya kurd li Sûryayê ji gelê me re pêdiviyeke dîrokî bû, ta ku ew berevaniya armancên gelê kurd bike, lê dewleta Sûryayê destgirtî nema, bi her awayî hewl da, ku rêl û keleman di pêşketina vê partiyê de biçikîne... Tevî tehliya perçebûnên tevgera me ya netewî ya kurdî ji vîna têkoşînê ji bo yekîtiya hêzên kurd berdewam bû, û hîn jî di vê riyê de berdewam e. Beriya 10 salan, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûryayê hate damezirandin. Partiya me li hember pilan û projeyên wan ên nijadperest û nemirovane, mîna serhejmartina awarte, "Kembera Erebî", û bi dehan dost û havalên partiya me di vê riyê de hatin işkencekirin. Lê baweriya me li cih e, ku tu hêz nikare serê gele me yê kurd û xebatkarên wî yên qehreman bitewîne."
Wî berdewam kir û peyivî: "Yek ji waneyên sereke, ku ji hilweşandina rêjîma Sedamê devbixwîn hate girtin, ew e, ku divê dewleta Sûryayê doza gelê kurd çareser bike."

Li dawiyê, komîteya rêzanî di nameya xwe de ahenga navborî pîroz kir û silavên xwe ji xebatkarên xelatgir re dişîne û wan pîroz dike.

Hêjayî gotinê ye, ku gelek nameyên pîrozbahiyê ji partî, komele û kesayetiyên ramyarî ji vê ahangê re hatibûn şandin. Ew jî ev bûn:

PDK-Sûriyê (Elpartî) - Rêxiszina Elmaniya
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
PDK-Îraq - Rêxistina Hannover
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî
Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê - Rêxistina Elmaniya
Komelgeha Kurdên Sûriyê li Berlin û Brandenburg
Komîtên Berevaniya Mafên Mirovan li Sûriye (CDF)
Rebhan Remedan, endamê komîta Partiya Hevgirtina Gel li Sûriyê

Rêxistina Ewropayê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd di ve ahengê de, çend girtiyên siyasî, yên ku ji bo doza gelê kurd li Sûryayê ketibûn zindanê û niha li derveyî welêt dijîn, bi parola partiya Yekîtî û bi medaliyên zêrîn xelat kirin. Ew kes jî ev in:

Dara Heso, Ebdilsetar Yûsif, Husên Kuro, Kemal Seydo, Mihemed Mele Ehmed, Neşet Betal (Hêmen Kurdaxî), Omer Dawod, Salih Cefer, Serdar Seîd, Welîd Ehmed Binbaş

Hinekên din jî ji bo xelatkirinê hatibûn vexwendin, lê wan ji ber sedemine taybetî nikarîbûn amade bibûna. Ew kes jî ev bûn:

Azad Husên, Cankurd, Ehmed Îbrahîm, Hoşeng Sebrî, Mihemed Omerî

Herweha ji ber dengbêj M. Şêxo ve, kurê wî Îbrahîm Şêxo hate xelat kirin.
Ji bilî van kesan, hunermend Şivan Perwer jî ji bo rola wî di şiyarkirina hesta neteweyî li her çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt ji aliyê Yekîtî ve hate xelat kirin.

Pişt re Mihemedê Mele Ehmed bi navê girtiyan peyvek xwend.

Di warê muzîkê de, dengbêjan Evîna Welat, Hevraz, Gulistan Sobarî, Elî Sofî, Zoro Seîd Yûsif û Şivan Perwer bi deng û sazên xwe ahenga xemilandin û geş kirin. Herweha, Koma Tîrêj ya govendê çend awayên semayê ji beşdaran re pêşkêş kirin.

Dora 700 kesî ji Elmaniya, Belcîka û Holenda beşdarî vê ahengê bûn.

Li aliyekî din, çend partiyên kurd ên Binxetê dûrî vê ahengê mabûn. Sedema vê yekê ew bû, ku partiya Yekîtî bi tenahiya xwe bi vê çalakiyê rabû, bêyî ku partiyên din agahdar bike. Nûnerekî partiyeke kurdî li Elmaniya ragihand malpera Amûdê, ku divyabû hemû partî û rêxistinên kurd ên Binxetê bi hevre 42 saliya tevgera kurdî pîroz bikin. Wî berdewam kir û got: "Em ji vê gava Yekîtî ne razî ne. Ji ber vê yekê em neçûn ahengê. Pêwîst bû, ku ev aheng bi navê tevgera kurdî li dar ketiba."


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]