 |
 |
15.06.2003 - 09:15
Kurdên Binxetê protestoyeke mezin li Şamê amade dikin TAYBET
QAMIŞLO (amude.com) - Endamekî birêvebiriya Partiya Yekîtî
ya Kurd li Sûryayê ragihand malpera Amûdê, ku ew çalakiyeke protestoyê
ya mezin li Şama paytext amade dikin, û niha li hêviya bersiva beşdarbûn an
nebeşdarbûna partiyên kurdî yên din di vê çalakiyê de ne.
Hêjayî gotinê ye, ku berî du rojan, endamê Komîteya Siyasî ya Partiya
Yekîtiya Kurd li Sûryayê Fuad Elîko di Koçka Qamişlo ya paltalkê de
eşkere kir, ku ew dê ta dawiya salê sê çalakiyên protestoyê
yên mezin li dij siyaseta hikûmeta sûrî li hemberî Kurdan pêk bînin.
Herweha wî diyar kir ew dixwazin ligel tevaya tevgera kurdî bi van çalakiyan
rabin.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê dawiya sala borî
xwepêşandaneke aştiyane li pêşiya
perlemana sûrî li dar xistibûn. Piştî vê çalakiyê
bi çend rojan, du endamên polîtbîroya Yekîtî, Mehmûd Usman
û Hesen Salih, ji aliyê hêzên sûrî ve hatin biçav kirin û ta niha
di zindanê de ne.
>> Gotinên Fuad Elîko di Koçka Qamişlo de
|
 |
 |