21.01.2003 - 21:52
Kurd li Belcîkayê û Elmaniyayê rêcîma
Sûriyê protesto dikin
BRÛKSEL/BERLÎN (amude.com)- Rêxistinên Belcîkayê û
Elmaniyayê yên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
rojên 24 û 25 vê mehê çalakiyên protestoyê li Brûksel û Berlînê
li dar dixînin.
Roja îna 24.01.2003an li Brûksela paytext
ku dora 13 endamên wê dê bikevin greveke birîîbûnê.
Ev grev li instîtuya kurdî li Brûkselê li dar dikeve û
3 rojan didomîne.
Di daxuyaniyekê de ku ji Malpera Amûdê re hate
şandin, partiya Yekîtî bi greva birçîbûnê
ji recîma Sûriyê daxwaza van xaleyan dike:
- Mukirwerina li mafên netewî yên gelê kurd li Kurdistana
Sûriyê û bincihkirina wan di destûrê de
- Hilanîna siyasetên şovenî yên ser gelê kurd wek "jimara awarte" ya
sala 1962an û projeya "Zinara Erebî"
- Mukirwerina li ziman û çanda kurdî
- Azadiya demoqrasî û rêzgirtina mafên mirov
- Serbestkirina girtiyên siyasî li welat û di nav wan de Hesen Salih û Merwan Osman
Di dawiya daxuyaniya xwe de, partiya Yekîtî
ji hemû saziyên ewropî, Komîsyona Netewayên Yekbûyî, rêxistinên
mafên mirovan û raya belcîkî ya giştî
dixwaze ku ew zorê li ser recîma Sûriyê bikin
bo çaresereke demoqrasî ji pirsgirêjka kurdî li Sûriyê
re û bidawîkirina êşa Kurdan.
Herwiha rêxistina Elmaniyayê ya partiya Yekîtî
di şemiya 25.01.2003an de, demjimêr 13-14, dê
li pêşiya sefareta emêrîkî li Berlînê
bi çalakiyeke protestoyê dijî rêcîma Sûriyê rabin.
Li gor daxuyaniya Yekîtî, ew dê nivîsekê
li rewşa gelê kurd li Sûriyê
bidin nûnerên emêrîkî, birîtanî,
firensî û perlemana Elmaniyayê da ku ev li ser vê yekê
rawestin û zorê li ser recîma Sûriyê bikin
û rewşa Kurdan a xerab bi dawî bînin.
Li aliyekî din, berpirsê rêxistina Ewropayê
ya partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê
Dr. Sededîn Mele ragihand Malpera Amûdê ku ew niha
bo roja 29.01.2003an çalakiyeke protestoyê li pêşiya
perlemana Ewropayê li Brûkselê amade dikin. Di vê çalakiyê
de, Kurd ji welatên ewropî dê li hev bicivin
û dijî rêcîma Sûriyê û siyaseta wê
li hemberî Kurdan bikin.
|
|