 |
 |
02.12.2003 - 22:05
Ala Kurdistanê bû sedema nehatina yana Hewlêrê ya gokê bo Qamişloyê?!
 Yana Cîhad
|
QAMIŞLO (amude.com) - Berî çend rojan, rêveberiya yana Cîhad a werzişî
li Qamişloyê bi şêweykî fermî ragihandibû, ku dê yariyeke gokê li
bajarê Qamişlo di navbera yanayên Cîhad û ya Hewlêr ji Başûrê
Kurdistanê de di roja îna 28.11.2003ê de çêbibê. Lê ji ber tirsa ku ala
Kurdistanê li ser cilên yana Hewlêr bin, berpirsên Yekîtiya Werzîşê
li Sûryayê pêkanîna vê yariyê nepejirandin.
Li aliyekî din, hatibû îlan kirin, ku îro dê li Qamişloyê yariyek di navbera
yana Cîhad û ya Nisêbînê ji Bakurê Kurdistanê de pêk were. Lê ew jî pêk nehat. Berpirsên tirk jî nehiştin, ku yana Nisêbînê ji bo vê yariyê li gel yana Cîhad biçe Qamişloyê. Ev cara duduyan bû, ku ev yarî tê bi paş xistin, cara yekem roja duyem ji cejna remezanê bû.
Hejmarek mezin ji cemawerên Cîhad ji seranserî bajarên kurdî hatibûn yarîgeha Cîhad, lê ew bi nehatina yana Nisêbînê hatin xapandin.
Ji Nisêbînê birûskek gihişt rêveberiya yana Cîhad, tê de hatibû xuyanî kirin, ku ew
ji ber hinek problêman nikarin beşdarî yariyê li Qamişloyê bibin.
Li gorî hin agahiyan, tê guman kirin ku ji ber kuştina 5 leşkerên tirk li Nis^bînê di
şeva borî de, hêzên tirkî nehiştin ku yana Nisêbînê biçe Qamişloyê.
Hêjayî gotinê ye, ku nûçeya hatina yana Hewlêr li seranserî herêma Cezîrê li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê belav bûbû û ji biçûkan ta mezinan ji hemû bajarên parêzgeha Hisiça xwe amade dikirin, ku ji bo dîtina vê yariya dîrokî herin Qamişloyê.
|
 |
 |