20.03.2003 - 17:05
"GAZIN" - Hunermend Xweşnav CDeya xwe ya nû pêşkêş dike -
Konsêrek taybetî li Stockholmê
STOCKHOLM (amude.com) - Guhdarên muzîka hunermendê kurd Xweşnav
(Xoşnav)
Têlo dikarin niha bêhna xwe vedin: Îro CDya wî ya nû
ya bi navê "GAZIN" derket. Piştî "Karwan" û "Mîna Xewn"
ev CDya Xweşnav a sisyan. "GAZIN" ji heft stranan pêk tê.
Di şemiya 22ê vê mehê de, demjimêr 20.00-22.00,
Xweşnav beşdarî ahengeke Newrozê dibe ku di
Akademiya Muzîkê ya Padîşahî de li Stockholmê,
NALEN, Rigeringsgatan 74, li dar dikeve. Di vê ahengê de, Xweşnav dê di du
seetan de CDya xwe ya nû û stranên
wê ji guhdaran re pêşkêş ke.
Bi mûzîka pop, jazz û country-muzîk, Xweşnav
li stîla xwe xwedî derketiye û ew bi pêş xistiye.
Ew bi xwe dibêje ku ew yekemîn kes e ku stîla country-muzîk
derbasî muzîka kurdî kiriye. Herwiha wî di vê CDyê de
muzîka arabêsk bi kar anîye û li stîla xwe zêde
kiriye.
Hunermend Xweşnav piraniyê gotin û awazên stranan
bi xwe afirandine. Gotinên stranan hesan û nazik in. Me ew ji we re
li biniya vê nûçeyê amade kirine.
"GAZIN" a Xweşnav dikare li ser van navnîşanan bêne xwestin:
info@amude.com,
www.xosnav.com
---------------------------------------------------
Gotinên stranên CDya nû "GAZIN"
BEYANÎ BAŞ KURDISTANA MIN
Berê sibê
Dilê min tê
Dilek bi destnimêj, ji xunavên te
Gel tavek rûbiken
Em bo te dibêjin:
Siba te bi xêr, siba te bi xêr!
Siba te bi xêr!
Axa ji zêr
Deşt û çiya
Dar û giya
Siba we bi xêr!
Siba te bi xêr Kurdistana min!
Beyanî baş
ji dûr tête dengê aş
Çavên xilmaş
Beyanî baş
Hêlînên kew
Yara bedew
Hîvek çav li xew
Beyanî baş!
Beyanî baş kurdistana min!
Destên nav kar
Şanên bin bar
Mizgeft û dêr
Siba we bi xêr
Keriyên belav
Rûbar û sulav
Nêrgizên xewîn
Yara şêrîn, siba te bi xêr
Siba te bi xêr kurdistana min!
Beynît baş kurdustana min!
ÇI SOSIN E?
Çi sosin e
Ha ji min tune
Diçe û tê li ber çavê min
Li min biner! Halê min tune
Carek berê xwe bide min
Lê binerin! Çi bi naz e
Zane dilê min wê dixwaze
Li dor xwe dinêre û dikenê
Li bîra min ew bi tenê
De li min biner!
Halê min tune.
Carek berê xwe bide min
Şûr awirê
Gotin şekirê
Te tîr berdan dilê min
Min dibe û tînê
Min dixapînê
Guh nadî van êşên min
Lê binerin! Çi şêrîn e
Çi giran û çi sengîn e
Çava li dor xwe digerîne
Tê bê qey ew min nabîne
De li min biner!
Halê min tune
Carek berê xwe bide min
Te bibînim, te nebînim
Herdem tuyî li bîra min
Bo te ez dixwînim
Xew nabînim
Şev û roja gula min
Li min biner! Halê min tune
Carek berê xwe bide min
Çi sosin e
Ha ji min tune
Diçe û tê li ber çavê min
Li min biner! Halê min tune
Carek berê xwe bide min!
LI MIN NEGRIN
Bo we dijîm, bo we dimirim
Alek ser sînga birînê û
Heger kenîm, bo we dikenim
Ez giryanê girînê
(Pepûlek im bal sutaw)
Bi agirê evînê
Dilek im ez, xêr nedî
Xêr nedî,
Ji vê bêbexta jînê
Rihek im pir westiya
Ji gazin û giliya
Ez du çavê bilî firmêstkan nedîn
Dîkim dengê hejara
Xelkên mane bêçar e
Xelkên bi ah û hesret
Derbeder û ewar e
Çon ez negrîm xelkîno!
Nekim vê xem û şînê??
Dunyak li dor min pir seyr
Şaş û rast têkel bûne
Dunyak zalim, bêinsaf
Hiç wekhevî lê nîne
Dunyak bi zor an bi zêr
Bira bira, heval heval dişkîne
Dunyak wilo na min nevêt û
Cî ji bo min lê nîne
Ez bo we dixwînim xelkîno
Dengê min ah û şîn e û
Heger xemê şîyar dikim
Li min negrin xelkîno!
Li min negrin xelkîno!
|
EBRÛ ŞEVÊ
Ebrû şevê
Şêrîn devê
Lêv hunguvê, xanim
Ez nexweş im ne serxweş im
Derî veke canim
Ji bo xwedê
Tu guh nedê
Îşev şeva înê
Tu deng neke
Derî veke!
Ez hatime dînê
Ebrû şevê
Şêrîn devê
Lêv hunguvê, xanim
Ez nexweş im ne serxweş im
Derî veke canim
GAZIN
Ma bi rastî kesek heye ku bizanibe
Ev dunya diçe ku
Kesek ku bizanibe
Çi ji me´r tîne pêşeroj
Kesk şareza be
Her tisht bo wî xwuya be
Kesk ku bizanibe
Em nêzî çi dibin roj bi roj
Gava em biçûk bûn, bo me digotin:
Xwedak heye ew berpirsê hemî tişta
Xwedak mezin tim dibîne em çi dikin
Lê ey xweda tu li ku yî
Bi ku de çûyî
Te ev dunya keriyekî
Wa bê şivan hişt
Ma tu li ku bûyî ma te nedidît
Gava Qabîl birayê xwe Habîl kuşt
Ma bi rastî kesk heye ku bizanibe
Kê li ba me çand ken û girîn
Kê em fêr kirin kîn û evîn
Kê wa em bê biryar kirin
Kê em di vê rêçê werkirin
Jîn û mirin, mirin û jîn
Kê em beş kirin cuda kirin
Kirin reş kirin spî
Hin bi xwedî, hin bê xwedê
Hin jê têr hin jê birçî
Ey xweda heger tu hebî
Peyda dibî
Guh bide nal u gazî
Te çi sebr e, çi aram e
Insan dibîne bi vî halî
Gava em biçûk bûn, bo me digotin:
Xwedak heye ew berpirsê hemî tişta
Xwedak mezin tim dibîne em çi dikin
Lê ey xweda tu li ku yî
Bi ku de çûyî
Te ev dunya keriyekî
Wa bê şivan hişt
Ma tu li ku bûyî ma te nedidît
Gava Qabîl birayê xwe Habîl kuşt
ÎŞEV TU BÛK Î
Îşev tu bûk î
Bûk î bûk î
Kiras spî û dest bi hine,
W ´ez reşpoş im
Mey dinoşim
Îşev mirina min e
Ne gunehkar im
Tenê dildar im
Aşiq û bê çare me lê
Tu gunehkar î
Tu bê qirar î
Te ehed û peyman na tune
Bê kes û kar im (bê xwedî)
Dûr ji war im
Ji te pêve na min kes tune, lê
Te ez hiştim
Cana te´z kuştim
Tu ê bêjî
Dujminê te me
Îşev tu bûk î
Bûk î bûk î
Kiras spî û dest bi hine w´ez
Reşpoş im
Mey dinoşim
Îşev mirina min e
DERDÊ MIN
Derdê min ev e
Dermankî bibîn!
Were bi agir
agir tu vemirînî
Dil tengezar im
Pir zam û birîn
Fermo ji şermê
Veşêre evîn
Min digot dereng e
Wext li min teng e
(Kevneçirok im
siwarên wê revîn)
Gulên di dil hemû çilmisîn
Na na zuha bûne û
mane bê bîn
Çirûskên ronî
Xamoş bûn, vemirîn, lê
Keçi min wê dî
Ew li min bû xwedî
We ez etwandim (helandim) bi
Çend gotinên şêrîn
Min xwest ez bêjim
Rojên min ne roj in
Şev li min dirêj in ey
Cana şêrîn, lê
Tu nabê li berket
Koç kir û dûrket
Tenê ez hiştim
Bê xeberk kesîn û
Derdê min ev e
Tu dermankî bibîn !
|
|
|