 |
 |
09.08.2003 - 00:29
balyozxaneya serokatiya Yekîtiya Ewropayê pêşwaziya
Kurdên Binxetê kir - Xwepêşandana Kurdan bi ser ket
S.H. Berko - BERLÎN (amude.com) - Îro li paytexta Elmanyayê Berlîn,
balyozxaneya Îtalyayê pêşwaziya komîteyeke ji Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê kir û daxwaznameyeke
wan bi dest xist. Berî wê bêtirî 600 Kurdên Binxetê
xwepêşandaneke aştyane li dar xistin,
û bi dirûşm û parolên xwe rêjîma Sûryayê
û siyaseta wê li hemberî Kurdan protesto kirin.
Di hundirê balyozxaneyê de, Dr. Ibrahîm Mehmûd
û Merî Hassan bi amadebûna Malpera Amûdê,
ku ji nav medyaya kurdî wê tenê erêkirina
derbasbûna balyozxaneyê stand, daxwaznameyek bi zimanê elmanî
ji 7 rûpelan dan Sekretêrê Yekem
ê balyozxaneyê Alfredo Conte (kurdî: Elfrêdo Kontê), ku tê de
rêxistinên Ewropayê yên 8 partiyên kurdî li Sûryayê
bi hevkariya HEVAKARÎ û Rêxistina parastina Mafên Mirov li Sûryayê
ji Îtalyayê (seroka Yekîtiya Ewropa) doza xebatekê
ji bo çareseriya pirsa kurdî li Sûryayê dikin.
Dûra, herdu birêzan dora deh deqeyan li gel Conte
axiftin û jê re sedemên xwepêşandanê
diyar kirin. Herweha wan bi kurtî ji Conte re behsa rewşa
Kurdan li Sûryayê û siyaseta rêjîma sûrî li hemberî wan kirin. Ibrahîm
û Hassan Conte agahdarî çalakiyên Kurdan ên dawî
li Sûryayê kirin û girtiyên van çalakiyan bi nav kirin.
Di dawiya axaftina Alfredo Conte li gel nûnerên çalakiya
protestoyê de, min ji Conte pirsa nerîna wî li ser
vê çalakiya Kurdan û inîsyatîva wan û derfeta
pêkanîna armancên wan kir. Bersiva Conte ev bû:
"Xwepêşandana îro aştyane bû. Ji aliyê me,
em dê gotin û daxwaznameya Kurdan bigihînin
Wezareta Jiderve li Romayê û ew dê li ser bixebitin. Em wek
balyozxane, tenê dikarin vê yekê bikin."
Ev cara yekem bû, ku hikûmeteke ewropî li Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê guhdarî kir
û dokumenteke bi daxwazên wan bi dets xist. Ji ber vê yekê,
mirov dikare bibêje, ku ev çalakî ta radeyekê bi ser ket.
Tevlî nebûna medyaya elmanî, ku vê çalakiyê
ragihîne raya elmanî ya giştî, lê dîsa
jî gaveke baş bû ji aliyê Kurdan ve. Ji aliyê medyaya kurdî
van malper û televizyonan bi pêkanîna hevpeyvînan
û kişandina wêneyan roleke balkêş di ragihandina
vê çalakiyê de lîstin: Malpera Qamişlo,
Malpera Efrîn, Malpera Amûdê, Medya TV (beşê erebî)
û KNN TV.
Hêjayî gotinê ye, ku ji bilî 2 Kurdên Bakur
(yek ji wan birêzek bi navê Mistefa ji partiya
PADEK bû), Kurdên beşên din ên Kurdistanê
vê carê jî xwedî li çalakiyên Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê derneketin.
Min bi beşdarên xwepêşandanê gelek hevpeyvîn kirin.
Ew dê sibe di raporeke taybetî de bêne weşandin.
>> Li wêneyan temaşe bike
|
 |
 |