 |
 |
07.08.2003 - 16:45
Kurdan balyozxaneya Îtalyayê li Berlînê
agahdarî xwepêşandana xwe nekirine
DORTMUND (amude.com) - balyozxaneya Îtalyayê li Berlîn
ragihand malpera Amûdê, ku hayê wê ji xwepêşandana
Kurdên Binxetê sibe li Berlînê tune ye. Herweha ew ne agahdar e,
ku komîteyeke ji Kurdan dê biçe cem wê û dokumentekê bi daxwazên
xwe bi dest nûnerên balyozxaneyê xin.
Îro du caran malpera Amûdê telefonî balyozxaneya
Îtalyayê li Berlînê kir û agahî li ser
xwepêşandana Kurdên Binxetê sibe li Berlînê
jê xwest. Lê di herdu caran de jî,
balyozxaneyê ragihand, ku hayê wê ji tiştekî wiha tune ye.
Hêjayî gotinê ye, ku di 29.01.2003an de,
Kurdên Binxetê xwepêşandanek li Brûkselê
li dar xistibû û xwestin dokumentekê bi daxwazên xwe
bigihînin Perlemana Ewropayê.
Lê ji ber ku Kurdan Perlemana Ewropayê agahdarî çûna
xwe nekiribûn, kesekî ew pêşwazî nekiribû
û Kurdan pişt histê xwe xurandin û bêyî pêkanîna
armancên xwe vegeriyan malên xwe.
|
 |
 |