www.amude.com - navenda çanda kurdî


16.06.2003 - 02:20

Kurdên Elmaniyayê jî ji siyaseta Sûryayê re dibêjin na

DORTMUND (amude.com) - Rêxistinên partiyên Kurdên Binxetê li Elmaniyayê xwepêşandaneke protestoyê li Berlîna paytext amade dikin. Xwepêşandan dê di roja 08.08.2003an de, demjimêr 11.00, li pêşiya balozxaneya Îtaliyayê li dar keve. Hevkariya partiyên kurdistanî li Elmaniyayê û Rêxistina Parastina Mafên Mirov li Sûryayê piştgiriya vê çalakiyê dikin.

Di banga xwe de, ku ji amude.com re hate şandin, rêxistinên partiyên Kurdên Binxetê li Elmaniyayê agahdar dikin, ku ew dê ji bo doza gelê kurd li Sûryayê û ji bo piştgiriya girtiyên kurd di zindanên sûrî de, yên ku piştî xwepêşandanên dawî li Şamê hatibûn girtin, bi çalakiyeke protestoyê li pêşiya balozxaneya Îtaliyayê rabe û bangî Kurdên li Elmaniyayê dikin, ku beşdarî vê xwepêşandanê bibin.

Hêyaî gotinê ye, ku Îtaliya niha seroka Yekîtiya Ewropayê ye. Ji ber vê yekê, partiyên kurdî balozxaneya wê ji bo çalakiya xwe helbijartin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]