 |
 |
30.07.2003 - 15:44
Kurdên Brîtanyayê Sûryayê protesto kirin
LONDON (amude.com) - Şemiya borî, Kurdên Birîtanyayê
xwepêşandanek li pêşiya balozxaneya Sûryayê
li Londonê pêk anîn. Wan xwesti bi vê yekê piştgiriya
xebata gelê kurd li welat û xwepêşandanên li
Şamê û Helebê di 25 û 30 mehab borî de
diyar bikin. Hejmarek mezin ji rêxistin û kesayetiyên
kurd beşdarî vê çalakiyê bûn.
Di vê xwepêşandanê de, beşdaran
bi bilindkirina dirûşm û alên Kurdistanê
siyaseta Sûryayê li dij Kurdan protesto kirin. Hin ji gotinên
li ser dirûşmên wan ev bûn:
- Serxwebûn û azadî ji Rojavayî Kurdistanê re
ya bi Sûryayê ve girêdayî
- Ey rêjîma rasîst û terorîst, derkeve ji Kurdistanê
- Azadî ji bo girtiyên siyasî yên kurd
- Şerm e, ku di sedsala 21ê de Kurdistan hîn dagîrkirî ye
- El-Essed = terorîsm
- Kurdistan ji bo Kurdan
Di dawiya xwepêşandanê de, serokê Komeleya Kurdistana
Rojava li Brîtanyayê nameyek ji bo serokê Sûryayê
Beşar El-Essed xist posteya balozxaneyê. Herweha, xortekî
rûpeleke rojnameyekê, ku wêneyên herdu zarokên Sedam
ên kuştî li ser bû, xiste posteyê, û wiha li ser
nivîsandibû: "Ev mesîrê te ye, ey Beşar El-Essed,
ger tu dev ji dîktatoriyetê û bernedî û mafê
gelê kurd li Sûryayê nedî wî."
|
 |
 |