www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

28.02.2003 - 02:30

Kurd li Elmaniyayê xwepêşandanekê li dar dixin

KÖLN (amude.com) - Çar rêxistinên kurd roja şemiya 01ê Adarê, demjimêr 14.00-16.00, li pêşiya DOMa bajarê Kölnê li Elmaniyayê xwepêşandanekê li hemberî planên Tirkiyê yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê amade dikin. Amadekar ev in: KOMEL e.V., KOMKAR e.V., HEVALTI e.V., Civata Kurd e.V.

----------------------------------------
XWEPÊŞANDAN

Kurdistana Başûr Biparêzin!


Kurdistanîyên li der welat!
Hemû mêr û jinên Kurd ên xwedî şeref û serbilind!
Xortino!

Gel û welatê me îro, careke din li pêş xetereke mezin e.
Dewleta Tirk dixwaze, şerê Amêrîkê û Iraqê wek firsend bi kar bîne û bikeve Kurdistana Başûr, dagir bike.
Dewleta Tirk ku 20 mîlyon Kurdê Bakûr hêsîr kirîye, tu heqekî ji me ra nas nake û bi salan e bi har û hovî welatê me ser û bin dike, dişewitîne, nuha jî dixwaze bihara Kurdistana Başûr bike zivistan.
Zordestên Tirk dixwazin bikevin başûr, hukumet û parlamena heyî û sazîyên netewî yên dinê belav bikin.
Ji bo rê bidine leşkerê Amêrêkî, da ew ji ser Tirkîyê ra enîya Bakûr vekin, şert datînên pêş Amêrîkê ku leşkerê Tirk jî bikeve Kurdistana Bakûr û dagir bike, Kurdan bêçek bike û piştî ruxandina sazûmana Saddam, heqên heyî jî ji dest Kurdan bêne stendin.
Bona vê yekê di van rojana da, di navbera Amêrîka û Tirkan da bazarîyeke mezin çêdibe. Tirk him pereyekî baş dixwazin, him jî dixwazin li ser qedera me Kurdan bilîzin.
Em nikarin li himber vê êrîşgerîyê, li himber van plan û dafikan bêdeng bimînin. Divê em dijî vê bazarîya qirêj derkevin, azadî û heqên gelê me yê Kurdistana Başûr biparêzin.
Divê em li welat û li der welat derkevin kûçe û kolanan. Bi rê-olaxên aşitîxwaz dengê xwe bidin bihîstin, daxwazên xwe bigihînin raya giştî û sazîyên navnetewî.
Kurdino, jin û mêrno, xortno!
Bona vê yekê di van rojana da komel û sazîyên Kurdan li der welat li gelek cîyan çalakîyan pêk tînin, xwepêşandanên aşitîxwazane çêdibin. Tu jî tevî zarokên xwe, tevî heval û hogiran were, tevlê be, mil bidîyê.
Îro roja qîretê ye, tu jî li meydana kar û xebatê be!

  • Emê bihara Kurdistana Başûr biparêzin.
  • Iraq bila ji çekên komkuj bê paqijkirin û Saddam di dadigeha navnetewiye tawanbaren şêrda bê mehkeme kirin!
  • Piştî Saddam li Iraqê sazîyeke demokratîk û federal!
  • Bila federasyona Kurd-Ereb çêbe û mafê gelên heyî yên dinê jî bê parastin.
  • Ji êrîş û dagirkerîya Tirkîyê ra na!
  • Divê Tirkîye bi xwe bibe welatekî demokrat û pirsa Kurd bi rê-olaxên aşitîxwazane û li ser esasê wekhevîyê çareser bike.
  • Em gazî Milletên Yekbûyî (UNO) dikin ku erkên xwe bîne bîra xwe û ji bo vî karî rabe.
  • Yekitîya Ewrûpa, li himber rewşa milletê Kurd bêdeng nemîne!
KOMEL e.V., KOMKAR e.V., HEVALTI e.V., Civata Kurd e.V.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]