www.amude.com - navenda çanda kurdî


27.09.2003 - 01:46

Kurdên Binxetê li Belcîka û Nemsa çalakiyên protestoyê amade dikin

BRÛKSEL/VIENA (amude.com) - Bi helkefta 30î-saliya projeya 'Kembera Erebî' û 41-saliya projeya 'Serjimartina Awarte' li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê, Kurdên li Belcîka û Nemsa du çalakiyên protestoyê amade dikin.

Li Brûkselê rêxistinên Belcîka yên Partiya Yekîtiya Kurd û Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd xwepêşandanekê roja dûşamê 06.10an saz dikin. Çalakî dê demjimêr 10:30 bi meşekê ji ber avahiya "Palais de Justice" dest pê bike û pêşiya baylozxaneya sûrî bi dawî bibe.

Di wê rojê de, dê çalakiyeke protestoyê ji aliyê partiyên kurd li paytexa Nemsa Viena pêk were. Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê û Partiya Çep a Kurd li Sûryayê dê li pêşiya avahiya Yekîtiya Netewan (YN) xwepêşandanekê li dar bixin û nameyekê li ser rewşa gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û Sûryayê bighînin berpirsên YN. Ev çalakî dê demjimêr 11:30 dest pê bike.

>> Li Londonê semînarek piştgiriya gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê amade dibe
>> Projeyên Sûryayê li dij Kurdan di semînarekê de
>> Kurdên Binxetê li Holenda siyaseta Sûryayê li dij Kurdan bi ahengekê protesto dikin
>> Kurdên Binxetê li Elmanyayê xwepêşandanekê amade dikin



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]