 |
 |
19.09.2003 - 00:11
Kurdên Binxetê li Elmanyayê xwepêşandanekê amade
dikin
DORTMUND (amude.com) - Bi helkefta 41-saliya projeya
'Serhijmara Awarte' li bajarên Kurdan ên
di parêzgeha Hisiçayê li Başûrê-Rojavayî
Kurdistan≖ de, rêxistinên Elmanyayê yên
partiyên kurdî li Sûryayê xwepêşandanekê
ji bo roja 06.10.2003 li pêşiya baylozxaneya Sûryayê li
Berlîna paytext amade dikin. Ew dixwazin li dij siyaseta rêjîma
sûrî ya li dij Kurdan protesto bikin.
Li gor agahiyên partiyên amadekar ji MALPERA AMÛDÊ re,
partiyên di Hevbendiya Demoqrata Kurdî li Sûryayê,
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê, Partiya
Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê û
Partiya Çep a Kurdî li Sûryayê dê bi hevre
vê çalakiya protestoyê li dar xin.
Hêjayî gotinê ye, ku di 23.08.1962ê de hikûmeta
Sûryayê biryar stand, ku di 05.10.1962ê de serhijmareke
awarte li parêzgeha Hisiçayê pêk were. Di wê serhijmarê de,
bêtirî 150.000 Kurdên Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê
di rojekê de bûne mirovin biyanî yên bê maf li
Sûryayê.
|
 |
 |