www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

02.03.2003 - 18:25

Xwendekarên kurd girtina Ebû-Bekir Hesen protesto dikin

BERLÎN/BASEL/UPPSALA/TURKO/ARNHEM (amude.com) - Di daxuyaniyekê de bo Yekîtiya Niştimanî Kurdistan û raya giştî xwendekarên kurd li çar welatên Ewropayê girtina xwendekarê kurd li Silêmaniyê ji aliyê asayîşên deverê protesto dikin û doza berdana wî dikin. Nivîsa daxuyaniyê ev e:

Bo berpirsên YNK,
Bo raya giştî,

Em xwendekar û ekadîmiyên kurd bi tundî nerazîbûna xwe derbarê girtina xwendekarê zankoya Silêmaniyê Ebû-Bekir Hesen derdiberin.

Ebû-Bekir yek ji amadekarên xwepêşandaneke xwendekaran bû ku roja çarşema bûrî li diî pilanên Tirkiyê bo dagîrkirina Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin.
Mafê organîzekirina xwepêşandanan mafekî binghîn e ji mafên derbirîna nerîn û baweriyê. Ev maf divê ji her kesî re misoger be û nabe ku mirovên bi vî karî radibin tûşî astengî û lêpirsîna yasayî bibin. Di vê çarçewê de em dibînin ku binçavkirina xwendekar Ebû-Bekir tê wateya brîndarkirina mafên wî yên bingehîn, ku pêwîste di bin siya deshilateke kurdî de bêne parastin.

Li gorî nûçeyên ku gihane me, ji dema girtina wî û ta nuha ti agahî ser rewşa Ebû-Bekir tune ne. Em berpirsên asayişê li deverê berpirsyar dibînin ser tenahiya wî.

Em li wir doz dikin ku berpirsên YNK û her weha raya giştî jî, hemû tiştî bikin da Ebû-Bekir yek ser û bê dudilî bê berdan.

Di gel rêz û silavên me

- Sîrwan Hecî Berko: Dortmund/Elamniya - Medicine Informatik
- Ferhad Ehmê: Hannover/Elmaniya - Yasa (Qanûn)
- Hîm Mele Ehmed: Bremen/Elamniya - Media Informatik
- Hisên Mihemed: Turko/Fînlenda - Yasa
- Kurdistan AG: Berlîn/Elmaniya - Zankoya Berlînê ya Azad
- Fadil Berse: Hannover/Elmaniya - Arxîtekt
- Madlên Yakbasan: Hannover/Elmaniya - Yasa
- Firat Yutsver: Hannover/Elmaniya - Yasa
- Mihemed Salih Jurî: Kassel/Elamniya - Endesyariya elektron
- Tariq Hemo: Ahlen/Elmaniya - Bilologie
- Serhat Ronahî: Hagen/Elmaniya - Informatik
- Restem Hec Hisên: Bochum/Elamniya - Aborî
- Bulî Can: Basel/Swêsra - Zimanê kurdî
- Gulbuhar Hesen: Uppsala/Swêd - Wêje
- Serdar Mihemed: Arnhem/Holenda - Yasa

Elmaniya, Siwêsra, Fînlenda, Swêd, Holenda
02.03.2003
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]