 |
 |
13.11.2003 - 16:18
Xwendekarên kurd ên Zanîngeha Şamê doza
reforman kirin
ŞAM (amude.com) - Îro li Şamê,
dora 150 xwendekarên kurd, ên ku li Zanîngeha Şamê
dixwînin, li hev civiyan û bi çalakiyekê xwestin ku hikûmeta Sûryayê
dawî li kirinên xwe yên dijî demokratîkê bîne, wiha Ajanseya
Dicle a Kurdî li Stenbolê di nûçeyeke xwe
de radigihîne. Xwendekarên kurd ji rêjîmê xwestin,
ku reformên demokratîkbûyînê pêk bîne.
Di axaftinên xwe de, xwendekaran diyar kirin, ku kurdên li Başûrê-Rojavayê
Kurdistanê hem ji mafên xwe yên çandî û siyasî, hem jî mafên nasnameya xwe bê
par in. Wan doza rakirina qedexekirina li ser nasnameya kurdî kir.
|
 |
 |