21.02.2003 - 20:55
Qado Şêrîn xelate pêşbirka Zevī ya
kurteēīroka kurdī li Qamişloyê wergirt
Mesûd Iko - Qamişlo
Qado Şêrîn (wêne: S.H.Berko)
|
QAMIŞLO (amude.com) - Li bajarê Qamişloyê, nivîskarê
kurd Qado Şêrîn hate helbijartin bo wergirtina xelata
kovara Zevī ya kurteçîroka kurdî. Çîroka
Qado Şêrîn a bi navê "Kirîna serokan" di pêşbirkê
de hate xelat kirin. Neh çîrok beşdarî pêşbirkê bibûn.
Kovara Zevī pêşbirkek bo kurteçîrokan li dar xistibû
derbarî derbasbûna du salan li ser weşana wê. Komîteya
pêşbirkê ji nivîskaran Xalid Mihemed, Fewaz Ebdê,
Ehmed Ismaîl û Mesûm Şûkrî pêk dihat.
Di civîna ku do li Qamişloyê li dar ket, nivîskar
Arşevê Oskan gotara kovara Zevî xwend. Çîroka
xelatkirî ji aliyê nivîskar Fewaz Ebdê hate xwendin, û
xelat ji aliyê Gula Şêrîn, xuşka
Qado Şêrîn hate wergirtin.
Hêjayî gotinê ye ku nivîskarê kurd Qado Şêrîn
niha li bajarê Winterswjk li Holendayê dijî, piştî
ku dawiya sala 1995an ji Qamişloyê koçber bû. Çîroka wî
"Kirîna serokekî" di kovara Mehname (hejmar 30) de hatibû weşandin.
Xwendevan dikare li vêderê vê çîrokê bixwîne:
http://www.geocities.com/mehname2002/mehname/30/pexsan5.html
|
|