 |
 |
12.10.2003 - 01:46
Duyemîn Xelata Osman Sebrî
diçe ji Danielle Mitterrand re

Danielle Mitterrand (reuters)
|
QAMIŞLO (amude.com) - 'Komîteya Xelata Osman Sebrî'
biryar stand, ku duyemîn Xelata Osman Sebrî bide
xanim Danielle Mitterrand, xanima serokê Firensayê yê
berê François Mitterrand, wiha endamê komîteyê
Dîlawer Zengî li Qamişloyê diyar kir.
Yekemîn xelat di sala 1998ê de ji bo Îsmaîl Beşîkçî
hate pêşkêş kirin.
Di civîna bibîranîna 10-saliya koçkirina
Osman Sebrî de li Qamişloyê, endamê
'Komîteya Xelata Osman Sebrî' Dîlawer Zengî
ragihand, ku komîteyê xanim Mitterrand ji bo xelatkirinê
helbijartiye û wê jî erêkirina xwe ji bo wergirtina
xelatê daye. Wî got, ku xanim Mitterrand dê dawiya vê salê
xelatê ji dest endamên komîteyê werbigire.
'Komîteya Xelata Osman Sebrî' ji 7 kesan pêk tê:
Dr. Cemal Nebez (serok, Başûrê Kurdistanê), Dr. Ebdilmecîd Şêxo,
Mihemed Mela Ehmed, Dr. Xecê (Bakurê Kurdistanê), Dîlawer
Zengî, Diya Ciwan û Heyder Ûmer.
Ev komîte ji bo danîna hûmertê ji siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrê
kurd Osman Sebrî û xebata wî re hatiye amade kirin. Li ser armancên komîteyê
Zengî wiha got: "Armanca me ya dayîna xelatê jî ew e, ku em xelatê bidin kesê
ku ne kurd be, ji bo ku em bidin xuya kirin, ku ew mirov di warê çand, huner,
siyaset û mirovahiyê de, ji bo gelê kurd bûye alîkar. Her wiha ji bo ku em hem
hurmetê bidin xebata wî/ê kesê, hem jî dostên Kurdan zêde bikin."
Xanim Danielle Mitterrand dosta gelê kurd e û ji bo bidestxistina mafê
wî piştgiriyeke mezin kiriye û dike.
|
 |
 |