www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

13.12.2002 - 19:03

Ahenga Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî li Qamişloyê tê dayîn

Cegerxwîn       Keleş            El-Yûsif
QAMIŞLO (amude.com) - Helbestvan Ibrahîm El-Yûsif, çavdêrê "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî", ragihand ku ahenga xelatkirina helbestvan Seydayê Keleş dê roja 17.12.2002an, demjimêr 8ê êvarî, bi beşdarbûna xanim Sû´ad Cegerxwîn, keça Seydayê Cegerxwîn, û jimareke mezin ji rewşenbîr û rojnamevanên kurd, ereb û aşûrî li mala Cegerxwîn li bajarê Qamişlo li dar keve.

Programa ahengê dê ji gotina "Hevdîtina Çandeyî", helbestên çend helbestvanan û gotina komîteya xelatê pêk bê. Ji bilî helbestvan Ibrahîm El-Yûsif sê rewşenbîrên dî di komîteya xelatê de ne: Konê Reş, Rezoyê Osê û Hefîz Ebdilrehman.

Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Seydayê Keleş ji aliyê komîteya xelatê bo wergirtina yekemîn "Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestî" hate helbijartin.( amude.com, 02.12.2002)

Bo têkiliyan bi komîteya xelatê re û şandina pîrozbahiyan:

Ibrahîm El-Yûsif: alyosef@amude.com - telefon: 00905353762029
Konê Reş: 00963 52 424966
Rizoyê Osê: 00963 52 423911 (428764)
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]